Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Huqûqnas Ercan Kanar: Divê li Îmraliyê jî pergala muebeta giran bi dawî bibe

 

HUQÛQAS ERCAN KANAR:
DIVÊ LI ÎMRALIYÊ JÎ PERGALA MUEBETA GIRAN BI DAWÎ BIBE

Buroya Hiqûqê ya Asrinê ku parastina Rêber Apo di sala 2003’yan de serî li Dadgeha Ewropayê dabû û destnîşan kiribû ku bi cezayê muebeta giran ku mafê hêviyê tine dike hatiye binpêkirin.

Dadgehê jî di sala 2014’an de biryar da ku bêyî berdana bişert muebeta giran li dijî xala 3’yan a Peyaman Mafê Mirovan a Ewropayê ye.

Beriya bi demekê saziyên mafên mirovan û hiqûqnasan jî serî li Konseya Ewropayê da û xwest ev biryar were bicihanîn.

Derbarê rewşa dawîn da hiqûqnas Ercan Kanar ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.

Kanar, diyar kir ku çiqas dereng mabe jî serlêdan girîng e û got ku divê hê zêdetir sazî tevlî serlêdanê bibin.

Kanar, bi bîr xist ku di sala 1955’an de Neteweyên Yekbûyî hin şertên mecbûrî ku divê ji bo girtî û hikumxwaran pêk bên çêkiriye û di sala 2005’an de bi navê Mandela ev şert hatine revîzekirin û got:

Şertên ku em jê re dibêjin Şertên Mandela hatine binpêkirin. Li gorî van şertan divê cezayê hucreyê yê demeke dirêj qet tunebe.

Tirkiyê şertên Mandela bin pê kiriye.

Êdî ev ceza dema wê qediyaye. Ji bo vê divê saziyên mafên mirovan û hiqûqê dest bi kampanyayan bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv