Rê maşûq e ku rêwî evîndarî wê dibe. Rê jiyan bi xwe ye û bi sewdayeke mezin tê jiyîn. Gerîla li ser şiverêyên dimeşe, çîrokan dijî. Ji berpalên çiyayan çîrokên beriya xwe kom dike. Di şiverêyan de hevrêtiyê bi qehremanên çîrokan re dike. Her rêwiyên ku rêya wan digihêje cihê xwe, êdî çîrokek e. Bi tenê bila kesek hebe ku qal bike!

Ekîn Van di şeveke sar a Enqereyê de ber bi çiyayan ve beziya. Wê bawerî bi yekîtiya gelan anî û da ser rêya ronahiyê. Ji bo ku kulîlk rengîn bibin, ne bombe lê av axê têr bike, bila çiya bigihêjin hev, dar çar rengên xwe bi azadî bijî, bila êdî gelek bikene, bila zarok bi tenê dema ku dilîzin çonga wan xwîn bibe, bila mirov êdî dema wan a ruhdanê hatibe bila xatir ji jiyanê bixwazin, dem dema çûna çiyayan e. Piştî rêyeke dirêj xwe gihand şiverêyên ku Xelîl, Gûrbetellî û Arjîn lê meşiyabûn. Gerîlayên ku wan qal kiribû nas kir. Wê her gerîlayên ku nas kir, xist dîrokê. Çîroka her gerîlayên ku dît nivîsand, dema nivîsand heman hest jiya. Ekînê bedewiya çiyayan li ber çavê me raxist. Ne li kêlekê lê li nîveka wê her kitekita jiyanê dît û qeyd kir. Ekînê qîma xwe bi tiştên ku dît û bihîst neanî. Ekîn ket nobeta ku sînorên li ser dilê wê hatine xêzkirin bişkîne. Wekî şoreşgereke jin nûnertiya xeteke enternasyonel kir û dabû ser rêwîtiya doza ku Mahîr û Îbrahîman can dabûn. Li çiyayên Kurdistanê carinan bû nivîskar, carinan bû gerîla û carinan jî bû milîtanek ku ew xeta jina azad di çapemenî û medyayê de bi cih bike.

Ji bo wê deynek bû ew bide ser rêya şehîd Ekîn Van a ku navê xwe ji wê stendibû. Nêrînên Ekînê yên aram û dixwaze ji kûr ve mirov fêm bike, çavê wê yê ji bo eşqa hînbûnê dibiriqîn, sewta wê ya ku gelek tişt dîtibûn, li ser wê jî bandor kir. Wê xwest li nîveka behrê bi pêlan re şer bike. Wekî şoreşgeran bi wêrekî jiya. Ekîn şoreşgereke mezin bû. Ne ji bendemanê hez kir û ne jî ji sekinandinê. Wekî aveke ku divê biherike û xwest berde nav bedewiya çiyayan. Bi keşfkirinê re meşiya û bi meşê re meşiya.

Li gorî Ekînê zehmetî tê wateya gavên ber bi gerîlabûnê. Wê ne sekinandin tercîh kir û ne jî bendeman. Dilê wê qîm nekir ku ew bibe veguhêzerek çîrokên ku dinivîse û xwest bibe yek ji wan gerîlayan. Wê nexwest bibe dengê gerîlayên ku bihîstibû, wê xwest deng bibe dengê wê. Wê xeyalê çiyayan û gerîlayên di xeyalên xwe de anî pêş çavê xwe. Wê azadî xeyal kir û kete ser rê. Wê li qadên dijwar gerîlatî ji xwe re kir esas, evîna wê ya ji bo gerîlayan û dewlemendiya hestan û pratîkbûna bi lez, li her derê moral jê re ava kir. Meşa wê ya wekî berfîneke zarokî moral da. Bi dilê xwe yê parveker bawerî da. Wê nîşan da ku felsefeya gerîla çi qasî bedew û dijwar e. Wê zincîrên li dil û mejiyan vekir. Sînor derbas kir û bedewtir bû. Wê xwe gihand pîvanên sade û xwezayî yên azadiyê. Wê axa Tirkiyeyê ya ku lê ji dayik bûbû bi Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê re kir yek. Dema ku wê kir yek bedewtir bû û wateyek wergirt. Wê xwe li gorî hemû qadên têkoşîna azadiyê û hemû şert û pêdiviyên şoreşê amade kir.

DI 15’Ê GULANÊ DE EKÎN DIBE ZAP

Di sibeheke Gulanê de li hemberî dijmin şer dike Ekîn. Li Çiyayên Kurdistanê li Zapê tevî hevalên xwe li hemberî qatilên mirovayetiyê şer dike. Hêrsa wê li qadê kom bûye, wekî jinekê zingara ku nedihişt ew bi azadî bijî jêdibe. Vê qedera ku li ser me tê ferzkirin bila şerm bike. Bila xwîna tirsonekiyê we birije erdê, li ser eniya qederê were nivîsandin. Bila şerm bike da ku qedera ku zaliman rûyê wê diyar kiriye, li erdê bimîne. Qeder dikare niha şerm bike. Li hemberî dîrokê  şervanên ku tu carî teslîm nabin û şervanên partiyekê hene. Bila ji ber vê şerm bike, bila şerm bike da ku bibîne şervanên azadiyê di berxwedanê de ne. Dengê bombeyan dikeve guhê axê, çûk bêdeng dibin, kêzik diçin hêlîneke din, dilopek xwîn diherike axê û azadî dibe dengê dawîn. Li Zapê dilê gerdûnê lê dide, ji erdê heta asîmanan dengê berxwedanê bilind dibe li Zapê. Zap dibe berxwedan., jin dibin şervan, dibin bedewî. Di sibeha 15’ê Gulanê de Ekîn dibe Zap.