Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dîmenê amadekariya êrişa kîmyewî ya artêşa Tirk a dagirker hate tomarkirin

 

Dîmenê amadekariyên artêşa Tirk a dagirker a ji bo bikaranîna çekên kîmyewî li Girê Werxêle hate tomarkirin. Leşkerên Tirk xortimên ku hewaya şid diavêje, datînin da ku gazên kîmyewî berdin tunela şer.

Di êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker de ku di 14’ê Nîsana 2022’an de li ser Zap, Metîna û Avaşînê ku qadên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ne, da destpêkirin her cure çekên kîmyewî bi kar tîne. Dagirkerên ku ji ber berxwedana gerîlayên HPG-YJA Starê nekarîn bikevin tunelên şer, tenê çekên kîmyewî û roket û bombeyên ku gaza kîmyewî tê de hene, bi kar tînin.

Artêşa Tirk a ku guh nade rêgezên şer ên navneteweyî û van rêbazên ji aliyê mirovahiyê ve hatine qedexekirin bi kar tîne, careke din ji aliyê gerîlayên li herêmê ve bi dîmen hat tomarkirin. Di dîmenên nû yên di bin şert û mercên dijwar de hatine kişandin de tê dîtin ku leşkerên artêşa dagirker li tunelên Şer ên Werxelê amadekariya bikaranîna çekên kîmyewî dikin.

GAZA KÎMYEWÎ BERDIDIN TUNELÊN ŞER

Di dema ku çend leşkerên Tirk torbeyên xwe davêjin ber derî û pencereyên tunelên berxwedanê yên gerîla, leşkerekî din ê Tirk bi xortimekî ku hewaya şid davêje di destê wî de diçe cihê ku torbe lê hatine avêtin. Leşkerê din ê li pişt wî bi xortimeke mezin ku dirêjahiya wê bi metreyan xuya dike daye ser milê xwe û li pey wî diçe. Paşê leşkerên artêşa dagirker ên ku çûne pişt zinarekî, malzemeyên di destên xwe de amade dikin û xortimê ber bi jêr ve dirêj dikin.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker ji bo ku çeper û tunelên gerîla bi çekên kîmyewî tije bikin, xortimê datînin. Ev dîmenên ku nîşan dide serekê xortimê ber bi tunelan ve û serê wê yê din jî heya bi Girê Werxêle dirêj kirine, belgeya herî berbiçav a amadekariya artêşa Tirk a dagirker a ji bo komkujiyeke hovane ye.

HEMÛ CÛRE RÊBAZAN DICERIBÎNIN

Di şerê îsal de ku artêşa Tirk berevajî salên borî herêma Zapê ji xwe re kiriye armanc, serî li çekên kîmyewî yên tundtir û cihêrengtir da. Ev gazên ku piştî teqînê hê bêtir bêhna ava cilan û klorê didin, rengê wan spî yan gewr in û bêhna deterjanê derdixin, ji pêkhateyên kîmyewî çêdibin.

Li gorî gotina gerîlayên di tunelan de li ber xwe didin, artêşa dagirker çekeke din a kîmyewî jî bi kar tîne ku piştî diteqe li tunelan dizeliqe û dema ku mirov wê bilebitîne ji nû ve çalak dibe. Gazên ku ji ber vê çeka kîmyewî derdikeve, li ser por û cilan bêhneke giran dihêlin û gerîlayan bê nefes dihêle.

Di dîmena din a ku herî dawî di ANF’ê de hat weşandin de, gerîlayekî ku li Çepera Şehîd Berxwedan axivî, diyar kir ku gazên kimyewî yên artêşa dagirker ên li vir bi kar tîne, dema ku ba diherike dîsa weke tozê tevlê hewayê dibe û çalak dibe. Li gorî gotina gerîlayan ji bilî gaza bîberê, gazeke din a kîmyewî ya bi rengê zer jî bi kar aniye. Berevajî yên din, ev gaza bê bêhn dibe sedema westandin û bêhaliyê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv