Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji ber sîxurtiyê qebûl nekir, PDK ew dersînor kir

 

Zilm û girtîgehên dewleta Tirk wisan kir ku Hemdullah Aktaş ê ji Bakurê Kurdistanê ye, neçar bibe koçî Başûrê Kurdistanê bibe. Lê ji ber kiryar û nêzîkatiyên PDK’ê, Aktaş li Dihok û Hewlêrê jî rehetî ji xwere nabîne. Mafê 17 mehan ê karkirina Aktaş tê xwarin, daxwaza sîxûrtiyê lê tê kirin, lê ji ber ew vê daxwaza PDK’ê red dike, ji Dihok û Hewlêrê tê dersinorkirin û neçar dibe berê xwe bide Silêmaniyê.

Hemdullah Aktaş welatiyek ji Bakurê Kurdistanê ye, di sala 2012’an de berê xwe daye Başûrê Kurdistanê. Destpêkê li Dihokê bi cih dibe, Aktaş dixwaze li Dihokê jiyana xwe berdewam bike, lê hîn zû zilma PDK’ê wî bê zar dike.

Hemdullah derbarê hatina xwe ya ji bo Başûrê Kurdistanê got: “Ez li Bakurê Kurdistanê endamê rêxistinên Kurdan bûm. Ez û havalên xwe ji aliyê dewleta Tirk ve hatin birîndarkirin. Sê mehan li nava cihan de mam. Piştre cezayê girtîgehê yê çend salan li min hat birîn. Piştî hatim berdan, min biryar da werim Başûrê Kurdistanê. Min hinek kesan li Başûr nas dikir. Wan cih dan min û min dest bi karkirinê kir. Min salek û pênc mehan kar kir, lê heqê min nehat dayîn.”

Heqê wî yê 17 mehan hat xwarin û gefa kuştinê lê hat kirin

Armanca hatina Aktaş a Başûr ew bû ku dûrî zilmê jiyanek bi aramtir bijî. Lê zêde wext derbas nebû, zilma PDK’ê ew bêzar kir û wek ew dibêje, kesek heqê karkirina wî ya 17 mehan xwar û piştre jî gefa kuştinê li wî kir.

Hemdullah derbarê zilma ku li Dihokê lê hatî kirin de wiha axivî: “Şevek bi sê wesayîtan bi ser min de girtin, ji min re gotin, ger ji vir neçî, yan em ê te bikujin yan jî radestî Tirkiyeyê bikin. Min jî ji wan re got, min li vir ked daye, ev 17 meh in ez li vir di xebitim û min heqê xwe wernegirtiye. Min got, heqê min bidin ezê ji vir herim. Ji min re gotin ti heqê te û tiştek wisan nine, divê ji vir herî. Me nêzî saetek li gel hev axivîn. Ez yek ji wan nasdikim, navê wî Yunus Barzanî bû, herî dawiyê ji min re gotin, eger ji Dihokê dernekevî, ez ê te bi wesayîta xwe ve girêdim û di nava Dihokê de bigerînim, ji bo bibî êbret. Min jî jêre got, ez ji vir naçim, çi ji destê te tê bike.”

Di dewamê de Hemdullah da zanîn piştî çend rojek hinek kesên nenas ji wî re dibêjin were zaxo, ger neyê ew ê werin wî bibin. Hemdullah got, “Ez çûm Zaxo, li wê derê du kes hatin cem min, ji min pirs kirin, çima hatî Başûrê Kurdistanê Min jî ji wan re got, ez mirovek Kurdim, li Tirkiyeyê ceza li min hat birîn, ji bona wê hatime vir. Min dikarî herim Ewropa, lê Kurdistan xaka mine.”

Daxwaza sîxûrikirinê lê dikin

Hemdullah Aktaş diyar kir dema ew diçe Zaxo li wêderê daxwaz jê dikin ku karê sîxûrtiyê ji wan re bike. Aktaş wiha behsa wê demê dike; “Wan kesan çekek bankê li pêş min danîn, ji min re gotin, ji tere çend pere pêwîste li ser çekê binivîse, lê tuyê ji bo me kar bikî. Gotin em ê te bişînin Mexmûr û Qendîlê tuyê agahiyên li wan deran hene, ji mere bînî. Min ji wan re got, hun min li vir parçe parçe bikin, ez vî karî nakim. Ji min re gotin, yan divê li gel me karkî, yan jî ji vir herî. Min jî çeka bankê radestî wan kir û ji wan re got, ger xwefiroşbûma, minê li Bakur xwefiroşiyê bikira û pereyê wan ji yê we zêdetir bû. Ez ne dibim MÎT ne jî dibim sîxûr.  Ji min re gotin, madem wisane, em ê te radestî Tirkiyeyê bikin. Min ji wan re got hun bê minetin. Yek ji wan ji min re got, ji vir here, li vir nemîne ji berku tu nikarî li vir bijî. Got ez ê heqê rêya te jî bidim û here. Min jî jêre got, pêwîstiya min bi pereyê te nine.”

Piştre Hemdullah peywendî li gel nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê dike û rewşa xwe ji wan re dibêje. Piştre jî ji Dihokê tê Hewlêrê. Ew dizane li Hewlêrê jî wê rastî heman kiryaran were. Ji bona wê bi yekcarî ji Hewlêrê jî derbasî Silêmaniyê dibe û li wir peywendî bi rêxistina HDP’ê re didayne.

Li Silêmaniyê jî MÎT û Parastin zextan lê dike

Zêdetirî çar sal in Hemdullah li Silêmaniyê niştecih bûye û kar dike. Lê li Silêmaniyê jî MÎT û Parastina PDK’ê zextan li Hemdullah û bi dehan kesên din ên wek wî dikin ku ji bo wan sîxûrtiyê bikin. Hemdullah got, “Belge li cem me hene, piştî hatîn Silêmaniyê jî bi rêya telefon û facebookê daxwaza sîxûriyê ji me dikin. Telefonî zêdetirî 10 hevalên me kirine ku bi pere sîxurtiyê ji wan re bikin. 10 roj ji beriya niha jî kesek bi wesayîtê êrişê min kir û bi tirkî xeber dan min. Ger min xwe ji ber wesayîtê nedaba aliyek wê bi wesayîtê pêl min bikira.”

Hemdullah Aktaş tenê mînakeke ji sedan welatiyên ji Bakurê Kurdistanê ku ji ber razî nebûne karê sîxûrtiyê ji MÎT û Parastinê re bikin, ji aliyê PDK’ê ve ji Hewlêr û Dihokê hatine dersinorkirin. Her wiha niha jî ew dibin zextên van her du dezgehên sîxûriyê de ne daku kar ji bo wan bikin.

Hemdullah got; “Ger kesek xwedî îrade be û kesayeta xwe baş nasbike, wê sîxûrî neke. Ez bang li hemû welatiyên ji Bakur ku niha li Başûr dimînin dikim, dema daxwaza sîxûriyê ji we kirin, qet netirsin. Mirin her heye, lê bila mirinek bi rûmet be. Ger li vir cihê me nemîne jî em dikarin herin çiyayên azad ên Kurdistanê. Em Kurdin û birayê hevin. Qendîl û Gare berfirehe û mezine. Em dikarin herin wir jiyan bikin. Wê li wir jî her pariyek nan hebe em bixwin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye tenê di nava du mehên borî yên sala 2021’an de, du malbatên din ên ji Bakurê Kurdistanê ji aliyê PDK’ê ve ji Hewlêrê hatin dersinorkirin. Yek ji wan malbatan a Hesen Kaçar e ku li gel hevjîn û du zarokên xwe di 23’yê Mijdara 2021’an de ji Hewlêrê hat dersinorkirin. Piştî wê jî Asayîşa Hewlêrê 10’ê Kanûnê welatparêzê bi navê Gûngor Alp ku di heman demê de endamê HDP’ê ye û ji ber doza siyasî ya Kurd koçê Başûrê Kurdistanê kiriye, bi zorê ji Hewlêrê derxist.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv