BÎLANÇOYA 2021’Ê YA QSD’Ê
115 OPERASYON PÊK HATIN 47 ÊRIŞÊN ÇETEYAN HATIN PÛÇKIRIN
Navenda Ragihandina QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya operasyonên xwe yên sala 2021’an eşkere kir.
QSD’ê diyar kir ku bi ked û fedakariyên Hêzên Sûriya Demokratîk sala 2021’an li dijî şaneyên DAIŞ’ê li herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyê bi gelek serkeftinan tacîdar bûn,
Her wiha gelek êrişên terorîstî yên muhtemel pûç kirin û gelek planên terorane beriya ku ji aliyê endamên DAIŞ’ê ve pêk werin, hatin têkbirin.
Gelek operasyonên terorîstî di kêliyên dawîn de hatin deşîfrekirin, gelek şaneyên wan hatin tesbîtkirin.
Bi hişyariya hêzên me rê li ber gelek texrîbat û teqînan hat girtin.
Gelek madeyên teqemeniyê hatin bêbandorkirin û desteserkirin.
Girêdayî wê jî hêzên me li dijî şaneyên DAIŞ’ê, bi taybet li ser sînorên Sûriyê-Iraqê û herêmên çolistanê, qederek operasyon pêk anîn.
Bîlançoya operasyonên hêzên me wiha ne:
Hejmara operasyonên tekane û hevbeş ên li dijî DAIŞ’ê; 115
Hejmara şaneyên hatine jihevxistin; 93
Hejmara girtiyên giştî yên çetey DAIŞ’ê, yên bi guman û kesên destek dane DAIŞ’ê; 802
Hejmara kuştiyên DAIŞ’ê; 8
Hejmara êrişên di kêliyên dawî de hatine astengkirin; 47
Hejmara planên êrişên mezin ên hatine deşîfrekirin û têkbirin, ku plana êrişa li ser zîndana Hesekê jî di nav de ye; 16
Bêbandorkirina amûrên teqemeniyê; 87
QSD’ê di dawiya daxuyaniya xwe de hişyarî da civaka navnetewî û bal kişand ser hevkariya DAIŞ û dewleta Tirk.
Daxuyanî wiha didome; Dema hêzên me operasyonên serkeftî li dijî DAIŞ’ê lidar dixistin, artêşa Tirk a dagirker jî, êrîşî heremên me dikir. Ev yek bi awayekî zelal nîşan dide ku dewleta Tirk çiqasî ji tekoşîna têkbirina DAIŞ’ê acize û dixwaze bi êrîş û gefan astengiyan li pêşiya hêzên me çêbike.