JI BERMAHIYAN WESAYÎTEK HILBERAND
ÎSMAÎL EBDULA DIBÊJE; DIKARIM WESAYÎTEKE BI QALÎTE ÇÊBIKIM
Ciwanê Kurd Îsmaîl Ebdula ji bajarokê Roviyan ê navçeya Berdereşa Dihokê ye.
Ew hostayê çêkirina jeneretorên malan e.
Tevê vî karî pêşmergetiyê jî dike.
Îsmaîl Ebdula, berhemên kevin ên malan kom kiriye û bi van berheman jî wesayîtekê afirandiye.
Ji hesin û deriyên malan, borî û amûrên din ên malan vê wesayîtê çêkiriye.
Motora wesaîtê ya motosîklête ye û tenê dikare 2 kesan hilgire.
Giraniya wê 465 kîlo ye û bi benzînê dixwebite.
Leza wê jî saetê de 70 kîlometre ye.
Îsmaîl Ebdula dibêje: “Dikarim wesayîtek bi qalîte û modelek bilind çêbikim. Lê piştgirî lazim e…”