Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Farûk Sakik: Rojava û Afxanistan

 

FARÛK SAKIK / RONAHÎ
ROJAVA Û AFXANISTAN

Piştî li Afxanistanê Talîban bû desthilatdar, rojeva cîhanê jî guherî. Gelek nirxandin û analîzên siyasî hatin kirin. Hin aliyan got, piştî vekişîna Amerîka Talîbanê cesaret girt û bê mûdaxele hat û bû desthilat. Îro jî dibêjin, gelo dibe ku Amerîka ji Rojava jî vekişe û heman xeter ji bo vê derê jî pêk were. Yan jî dibêjin, wê Amerîka Rojava bifiroşe, xiyanetê li Kurdan bike. Her wekî ku Rojava malê wan be û dema ku bixwazin wê bifiroşin. Na Rojava pirr cuda ye û ne malê bavê ti kesî ye.

Rojava naşibe Afxanistanê. Her kes, wêrekî û lehengiya şervanên Kurdan dizane. Talîbana wan ya wê demê DAIŞ, bê ti helwestek li hemberî xwe bibîne Mûsil û Reqa dagîr kirin û ji wan deran jî derbasî Şingalê bûn. Deverên dihatin dagîrkirin jî, wekî tepsiyek zêrin pêşkeşî DAIŞ’ê dikirin. DAIŞ’ê dest bi hovitiyê kir û cîhanê jî lê temaşe kir. Piştî demekê jî berê wan çeteyên xwe dan Kobanê û Kobanê çawa ji wan re bû goristan, em tev bûn şahid. Ev gel bi vîna xwe, bi hêza xwe ya leşkerî û bi dîplomasiyeke xurt erdê xwe parast.

Hêzên global li ser erdê Sûrî şer dikirin û bûbûn du alî. Lê Kurdan jî bi stratejiya ‘riya sisiyan’ tevlî şerê wan nebûn, erdê xwe parastin û sîstema xwe ya Rêveberiya Xweser ava kirin.

Dema ku ev yek bû gelek dostên Kurdan çêbûn. Her kesî bawerî anî ku şervanên Kurdan mirovayî ji karesatên DAIŞ’ê yên hovane rizgar kirine. Ha Amerîka îro jî vekişe û rêxistineke weke DAIŞ’ê, yan jî dewleta Tirkan ya dagîrker berê xwe bide Rojava wê çi bibe? Wê dîsa bi berxwedanek mezin re rûbirû bimînin. Artêşa NATO ya herî mezin bi salan e êrişî Kurdan dike, lê ti encaman nagire. Bi bêbextiya cîhanê û bi siyaseta qirêj ya pişt perdeyan dibe ku Efrîn û Serê Kaniyê hatibin dagîrkirin…

Dîsa gelek dostên Kurdan îro jî hene û di têkoşîna Kurdan de li kêleka wan cih digirin. Dîsa ji bilî Tirkiyê tevayiya dewletan, hin ji wan bi durûtî û hin ji wan jî jidil dijminatiya Kurdan nakin. Ti carî dijminatiyê nakin. Di van demên dawî de, xebatên dîplomasiyê û serdanên desteyên Rêveberiya Xweser yên bi dewletan re mînakên herî manîdar in. Hevkariya Rojava û Amerîka hevkariyeke leşkerî ye. Heta roja me jî hevkariyeke stratejîk çênebûye. Stratejiyeke li ser taktîkan pêk tê heye. Her du alî jî, ji bo berjewendiyên xwe tev digerin. Amerîka eger rojekê vekişe, Rêveberiya Xweser amedekariya her şert û mercî kiriye. Wê planên xwe yên B-C-D pêk bîne.

Desthilatdariya Afxanistanê ya berê, bê ku bi Talîbanê re şer bike hatibû ser kar. Hin kesan ew anîbû û îro jî ew guhestin. Lê li Rojava ne wisa ye, Kurdan bi hêza xwe ya cewherî sîstemek ava kir û ti hêz nikarin derbarê qedera wan de biryarê bidin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv