MELE MISTEFA BARZANÎ
42 SAL BERÊ KOÇA DAWÎ KIR
Mela Mistafa Barzanî, 14’ê Adara 1903’an li gundê Barzan ji dayik dibe.
Di 1905’an de bi dayika xwe re, ji aliyê osmaniyan ve tê zîndankirin.
Barzanî li Başûrê Kurdistanê di 1931’ê de, bi çalakiyên xwe yên siyasî derdikeve pêş.
Piştî raperîna Başûr a sala 1935’an tê vemirandin, Barzanî derbasî Silêmaniyê dibe.
Di sala 1942’yan de Barzanî ji nû ve dest bi xebatê dike.
Di 1943’yan de li mintiqeya Barzan şerê çekdarî dimeşîne. Piştî 1945’an, diçe Mehabadê.
Bi hilweşîna Komara Kurdistanê ya Mehabadê re Mele Mistafa Berzanî derbasî Sovyetê dibe.
Barzanî di sala 1958’an de vedigere Başûrê Kurdistanê.
Mele Mistefa Barzanî, ji bo dermankirina nexweşiya xwe di sala 1976’an de diçe Amerîkayê û li wir 1ê adara 1979’an diçe rehmetê.
Di heman salê de li Şinoya Rojhilatê Kurdistanê tê veşartin.
Piştî Herêma Kurdistanê di bin banê Neteweyên Yekbûyî de ava dibe, di sala 1993’yê de cenazê wî neqlê herêma Barzan tê kirin.