Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Qeyûmê AKP’ê xaniyên Semta Benûsenê ya Sûrê xera dike 01.03.2021

 

QEYÛMÊ AKP’Ê XANIYÊN SEMTA BENÛSENÊ YA SÛRÊ XERA DIKE
JINÊN TAXÊ: EM BIRÇÎBÛNÊ QEBÛL DIKIN LÊ XIRAKIRINÊ QEBÛL NAKIN

Qeyûmê ku rejîma faşîst a AKPê li şaredariya Amedê bi cîh kir di bin navê “Restorasyonê” de cihên Dîrokê ên Surê xera dike.

Yek ji van deverên Sûrê ku ji aliyê qeyûmê dagirker ve tên xirakirin jî xaniyên semta Ben û Senê ne.

Qeyûmê AKPê war û xaniyên welatiyan hewl dide bi 50- 90 hezar ji wan bikire û bi 300 – 800 hezar tl dîsa bifroşê wan.

Yanî mal milkên welatiyan bi bi buhayeke erzan ji wan dikire û paşê bi qîmetekî bilind dîsa difroşê wan.

Xelkê taxê bi taybetî jî jin, li dijî vê werankirina qeyûmê dagirkerin.

Şemsîhan Ugur ku ev 22 salin li semta Ben û Senê dijî diyar kir ku ew naxwaze ji xaniyê xwe derkeve.

Şemsîhan balê dikşîne ser krîza aborî jî û dibêje Êdî ew nikarin pêdiviyên mutbexa xwe temîn bikin.

Şêniya semta Ben û Senê Gulcan Kayadelen jî anî ziman ku ew di xaniyê kirê de ye û wiha dibêje.

Ji xwe krîza Aborî di asta jor de ye.

Ez dayika 3 zarokan im. Nikarin debara malê bikim.

Em nikarin kiriya mala xwe bidin niha jî dixwazin xaniyan xirabikin.

Şêniya taxê Şahîme Kaymaz ji ber hevjînê wê bi qûmarê dilîst jê veqetiya ye bi berhemên destê xwe debara xwe dike.

Şahîma Kaymaz jî dibêje ewê qebûl nekin xaniyên wan xirabikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv