Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Insiyatîfa ji bo azadiya Ocalan a naveneteweyî encamên kampanyayê ragihand

 

Înîsiyatîfa navneteweyî ya ji bo rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan, encamên kampanyaya xwe eşkere kir.

Îmzeyên di çarçoveya vê kampanyayê de hatine berhevkirin, wê pêşkêşî saziyên navneteweyî bên kirin.

Di nava kesên destekê dane vê kampanyayê de siyasetmedar, sendîkavan û entelektuelên naskirî hene.

Kampanyaya ji bo azadiya rêber Apo ku îsal bi mîtînga onlîne a sendîkayên Brîtanî derketibû asta herî bilind, bi encambûna însîyatîfeke din berdewam dike.

Însîyatîfa Navneteweyî ya ji “Abdulah Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Aştî” bi wesîleya Roja Mafên Mirov a Cîhanî encamên kampanyaya xwe ragihand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, çi siyasetmedar û çi jî sendîkavan û entelektuel, gelek kesên naskirî îmze avêtine binê teksta vê kampanyayê.

Herwiha hat diyarkirin, îmzeyên hatine berhevkirin wê ji Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewrûpayê û Rêxistina Pêşîlêgirtina Îşkenceyê re bê pêşkêşkirin.

Kesên ku ji azadiya Ocalan re gotine erê, di nava wan de yên li welatên xwe û li qada navneteweyî tên naskirin hene:

Wezîrê Karên Hundir ê kevn ê Îzlandayê Ogmûndûr Yonasson, Wezîrê Karên Derve ên kevn ê Danîmarkayê Vîlî Sovndal û Holger K. Nîlsen, Sekreterê Giştî yê konfederasyona sendîkaya piştgiriyî ya karkeran Xose Lûîs Karreteroi, wekîlê Partiya Sosyalîst a Norwêcê Peter Eyde, wekîla Îspanyol a Yekitiya Ewrûpayê Ana Mîranda û akademîsyenên Alman profesor Michael Meyen, Michael Gunter û Werner Rûf jî hene.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv