Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gelê Mapûçayê yê serhildêr li hember dagirkeriya Ispanyayê serî netewand

 

Parzemîna Amerîkayê qasî 400 salan bû warê zilm û zexta bê hed û hesab a dagirkerên îspanyol

Hemû gelên xwecî yên li vê parzemînê di ber xwe dan lê li hember hêza mezin a dagirkeran têk çû

Lêbelê bi tenê miletekî serhildêr di şerê rizgariyê de paş de gav navêt û artêşa bihêz a Împaratoriya Îspanyayê têk bir

Navê vî miletê serbilind Mapûçe ye ku îro jî ji bo erdên komûnal û parastina zimanê xwe, li Şiliyê li ber xwe dide

Ev çiyayên herdem serê wan bi berf, çemên avzelal û daristanên wekî xalîçeyek kesk dora bilindahiyan dorpêç dikin herêma Arûkanyayê kiriye yek ji diyardeyên xwezayê yên li rûyê cîhanê.

Ev xwezaya ji derve aram xuya dike, di nava xwe de razên dîrokeke biêş a miletekî dihewîne.

Navê vî gelê têkoşer Mapûçe ye ku nêzîkî 500 sal in ji bo parastina erdên xwe berxwedaneke bêhempa dimeşîne.

Dewlemendiya erdên wê, bûye sebeb ji destpêkê ve kolonyalîstên îspanyol çav berdin Arakûnyayê.

Ji 1541’an û şûn ve leşkerên îspanyol pêl bi pêl bi ser vî welatê aram de hatin û demeke zilmê, kuştin û koletiyê dest pê kir.

Îspanyolên hosteyê şer û talanê, bi baweriya serkeftineke hêsan ajotin ser mapûçeyan û piştî çend pevçûnên destpêkê, hin deverên Arakûnyayê dagir kirin.

Efendiyên nû yên erdên dagirkirî, piştî zilmeke giran, berê mapûçeyîyê di şer de dîl hatibûn girtin dan kanên zêr û ew di şert û mercên pir giran de dan xebitandin.

Helbet piraniya xweciyan koletiyê qebûl nekirin û ji bo amadekirina berxwedana hebûnê kom bi kom terka erdên xwe kirin.

Çiya û daristanên bi heybet ên welêt bûn navendên nû yên hebûna vî gelê serbilind.

Xwezaya ku ji ber heybetiya xwe tirsê dixist dilê dijminan, wekî dayikek zarokên xwe hembêz kir û ew ji nîrê bîndestiyê parast.

Mapûçiyên serhildêr, li stargehên nû xwe amade kirin û paşê bi êrişeke mezin, keleyên sembola zilm a kolonyalîzmê bi axê re kirin yek.

Bi vê serkeftinê re, hemû erdên başûrê Çemê Bîyo Biyoyê hatin rizgarkirin û ev çem di navbera îspanyol û mapûçiyan de bû sînor.

Ev cara yekemîn bu ku miletekî li parzemîna Amerîkayê, kolonyalîstên hêzdar ên Îspanyol têk dibir.

Lêbelê digel serfiraziyê jî, şerên domdar ên dagirkeriyê zirareke mezin da civaka mapûçeyê.

Ligel windahiyên şer, çandinî hema hema sekinî û li welêt xelayeke dijwar dest pê kir.

Ji bilî vê, ji ber nexweşiyên ku dagirker ji Ewrûpayê bi xwe re anîbûn, gelek kesên li Welatê mapûçeyê mirin.

Heta dijminekî xurtir li ser sînorê welêt xuya bibe, mapûçeyê 300 salên din li ser erdên xwe yê azad jiyana xwe domkirin.

Du dijminên bihêz ku çav berdabûn welatê mapûçe dewletên nû Şilî û Arjantîn bûn.

Ev her du dewletên ji împaratoriya îspanyol serxwebûna xwe bi dest xistibûn, ji bo dagirkirina erdên mapûçe dest bi şerê dagirkirinê kirin.

Ev seferên dagirkirinê li Şiliyê wekî La Pasification de la Arakunya an “Bêdengkirina Arakûnyayê” hatibû bi nav kirin.

Arjantîn jî navê Guerra de Desierto yanî “Şerê Çolê” li vê kampanyaya xwe ya tunekirin û dagirkirinê kiribû.

Artêşa Şilîyê di sala 1843’an de xwe gîhand Arakûanyayê û li hember mapûçiyên azad şerekî bêeman meşand.

Zarokên Arakûanyayê li hember vî dijminê xurt bi dehan salan di ber xwe dan.

Lêbelê berxwedana çekdarî têra sekinandina artêşê nekir û di 1883’an de Şilî Arakûanyayê dagir kir.

Arjantînê jî di 1878’an de, li rojhilatê Çiyayên Andê dest bi êrişa erdên Mapûçe kir.

Ev seferên qirkirina xweciyên li herêmê, heta 1885’an dom kir û di encam de erdên mapûçe û hatin dagirkirin.

Di encama vê dema ji êgir de, bi dehezaran mapûçeyî hatin kuştin, gelek ji wan ji erdên xwe hatin derxistin û çavkaniyên xwezayî yên welêt ji talanê re hatin vekirin.

Di vê dema ku ji jenosîdekê kêmtir nebû, hema hema hindik mabû qira gelê mapûçe bihatana.

Bo nimûne, di dawiya sedsala 19’emîn de, nifûsa mapûçiyên li Şilîyê ku 500 hezar bû, daket 25 hezarî.

Piştî dagirkirinê, hukumeta Şiliyê koçberên ji Almanya û Swîsreyê li erdên welatê mapûçe bi cî kir.

Û bi vê re jî, ji bo pêşxistina çandiniyê, aboriya mapûçiyan ku li ser bingeha xwedîkirina sewalan hatibû damezrandin, bi dawî kir.

Helbet gelê mapûçeyî girankirina kolonîzasyona welatê xwe bi hêsanî qebûl nekirin û ji salên 1910’an û şûn ve ji nû ve li dora siyasetek neteweyî xwe birêxistin kirin.

Doza ji bo erdên komûnal ên bavûkalan xala herî girîng ê doza neteweyî ya mapûçeyiyan bû.

Ji salên 1990’an û şûn ve, rêxistinên radîkal ên mapûçeyî hatin damezrandin ku li dijî talana çavkaniyên welêt dest bi çalakiyên şîdetê kirin.

Yek ji hedefên girîng ên tevgera Mapûçeyê bê guman parastina zimanê mapûdûngû ye.

Mapûdûngûn ji ber polîtîkayên giran ên asîmîlasyonê, niha bi tenê ji aliyê ji sedî 10’ê civaka mapûçeyê tê axaftin.

Û mixabin, piraniya kesên vî zimanî diaxivin temenê wan di ser 50 re ye.

Lewma aktîvîstên mafên mapûçeyî parastina ziman kirine yek ji stûna xwe ya têkoşîna neteweyî.

Îro têkoşerên mapûçeyî, ligel meşandina doza xwe, herdem di nava tevgera demokrasiya Şîliyê de jî ciyê xwe digirin.

Li gorî wan, Şilî çiqas demokratîk bibe, wê ewqas jî îhtimala pêkhatina statuya Welatê Mapûçeyê jî zêde bibe.

Bi vê zanebûnê, gelê mapûçeyê doza xwe ya ji bo statuya otonomiyê, welatê azad û civaka azad didomîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv