Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Înisiyatîfa Niştimanî ya ji bo Efrînê bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku erka xwe bi cih bîne

 

ÎNSIYATÎFA NIŞTIMANÎ YA JI BO EFRÎNÊ
BANG LI NETEWEYÊN YEKBÛYÎ KIR KU ERKA XWE BI CIH BÎNE

Insiyatîfa Niştimanî ya ji bo Efrînê, têkildarî buyerên li herêmê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de înîsiyatîfê, da zanîn ku dewleta tirk bi siyaseta xwe şerê tunekirinê li dijî xelkê Efrînê dimeşîne.

Bi hezaran kes ji cîh û warên xwe bûne, hatin qetilkirin û revandin.

Di daxuyaniyê de, yek bi yek behsa binpêkirinên qanûnên navnetewî kir û bang li hêzên herêmî, civaka navneteweyî û nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê kir ku erkên xwe pêk bînin.

ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK ÊN LI EFRÎNA DAGIRKIRÎ
ÇETEYÊN DEWLETA TIRK ROJANE XELKÊ HERÊMÊ DIREVÎNIN

Li aliyê din êrişên li dijî gel jî berdewam dikin.

MÎT’a Tirk li Efrîna dagirkirî, ev cara diduyan e welatiyê bi navê Şiyar Fadil Elî yê ji gundê Birîmce yê navçeya Mabata di revîne.

Tê gotin ku di meha Îlonê de jina bi navê Dilyar Mihemed Osman a 20 salî jî di nav de, nêzî 10 sivîl ji heman gundî hatine revandin.

Çeteyên dewleta Tirk, Êzîdiyê bi navê Hesen Kalo yê 70 salî jî, ji gundê Keferzitê yê navçeya Cindirêsê revandin.

ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK ÊN LI EFRÎNA DAGIRKIRÎ
DEWLETA TIRK 60 DEVERÊN DÎROKÎ TALAN Û WÊRAN KIR

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, ne tenê mirovan di revînin.

Heman demê de êrişî xweza û şûnwarên dîrokî jî dikin.

Ji destpêka dagirkirina Efrînê ve, 60 deverên dîrokî, 30 goristan hatine xerakirin.

Gelek ji van deveran jî, di lîsteya UNESCO’yê ya parastina şûnwaran de hatine tomarkirin.

Hevserokê muduryeta Şûnwaran a Kantona Efrînê Selah Sîno, dibêje;

Dewleta Tirk dixwaze li ser van şûnwaran dîroka xwe bide xuyakirin.

Selah Sino, dide zanîn ku dewleta Tirk li ser gelek şûnwaran jî baregehên leşkerî ava kiriye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv