Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hevdîtina McKenzie û Mazlûm Ebdî: Rojava ne Afxanistan e, QSD jî artêşa Afxan nîn e!

 

HEVDÎTINA MCKENZIE Û MAZLUM EBDÎ:
ROJAVA NE AFXANISTAN E, QSD JÎ ARTÊŞA AFXAN NÎN E!

Fermandarê Hêzên Navendî yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Kenneth McKenzie bi Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî re hevdîtinek kir.

Çavkaniyekê der barê hevdîtina Kenneth McKenzie û Mazlum Ebdî de agahî dan Medya Newsê.

Li gorî nûçeya di Medya Newsê de; Fermandarê Hêzên Navendî yê Amerîkayê Kenneth McKenzie, di civînê de ji Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî re gotiye;

Wê desteka Amerîkayê ji bo QSD’ê dewam bike.

McKenzie aniye ziman ku QSD û artêşa Afgan bi ti awayî naşibin hev;

QSD xwe bi awayekî xurt birêxistin kiriye û xwedan qabîliyet e ku dikare li dijî her cure êrişan li ber xwe bide.

Fermandarê amerîkî destnîşan kiriye ku sazûmaniya siyasî ya li Rojava jî nabe ku bi sazûmaniya li Afganistanê re wekî hev were dîtin û gotiye:

Li Rojava rêxistiniyeke li ser esasên hêza cewherî û dînamîkên xwe yên hundirîn heye.

Fermandaran diyar kiriye ku çetetên DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyê bi taybetî zarokên ku malbatên xwe tine, tevli xwe dikin û li derdora Dêrazorê aktîf in.

McKenzie eşkere kiriye ku wê Amerîka qadên neftê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi berdewamî biparêze.

Her wiha wê piştgirî bide hewldanên ji nûve avakirina herêmê û li ser projeyan xebatekê dimeşîne.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv