“DEM DEMA YEKÎTIYA KURDISTANÊ YE”
HUNERMENDÊN KURD LI HEWLÊRÊ DAXUYANÎ DAN
Hunermendên Kurd ji bo rê li ber şerekî Kurd bi Kurd bigirin, di nava hewldaneke ciddî de ne.
Yekîtiya Hunermendên Kurdistanê ji bo vê yekê heyetek şand Başûrê welêt.
Endamên heyetê pêşî bi wezareta pêşmergeyan re, paşê bi sazî û dezgehên çapemeniyê re rûniştin.
Herî dawî jî li Hewlêrê daxuyanî dan.
Tevî hunermendên ji derveyî welêt hatî, ji Duhok, Zaxo, Helebce, Kerkûk, Silêmanî, Germiyan û gelek deverên din hunermend beşdarî dayîna daxuyaniyê bûn.
Hunermendên amade yek bi yek axivîn û bang li partî û hêzên Kurdistanê kirin, ku bi danûstandinê pirsgirêkên xwe çareser bikin.