Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dagirkeriya Tirk xwezaya Kurdistanê wêran dike

 

ÊRIŞÊN LI DIJÎ XWEZAYÊ
DAGIRKERIYA TIRK XWEZAYA KURDISTANÊ JÎ WÊRAN DIKE

Dewleta tirk êrişên xwe yên qirkirinê li dijî Kurd û Kurdistanê bi dijwarî didomîne.

Li gel êrişên qirrkirina fizîkî û siyasî dagirkeriya tirk xwezaya Kurdistanê jî qir dike.

Her sal di mehên havînê de li bakurê welat qadên çiyayî û daristanan dişewitîne, daran dibre.

Îsal bi awayekî sîstematîk li başûrê welat jî heman karê qirêj dike.

Bi êrişên xwe yên 23’yê Nîsanê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê çiya û baniyên Başûr jî dide ber bombeyan, dişewitîne.

Ev kirinên xirab di van du mehên dawîn de zêdetir bi beloqî li ber çavan xuya ne.

Dagirkeriya tirk di destpêka sala 2018’an de jî li ser sînorê di navbera bakur û başûrê welat de dest bi birîna daran jî kir.

Wê demê li devera Dutaze ya hevsînor li gel navçeya Çelê ya Bakurê Kurdistanê dest bi birîna daran kir.

Bahaneya wan jî çêkirina rêya heta bajaroka Dutazeyê bû.

Qonaxa duyem di sala 2020’an de li Heftenînê dest pê kir.

Dewleta Tirk li herêma Heftenînê jî gelek daristan birîn û talan kirin.

Wê demê rojane 350 ta 400 ton dar dibirîn û didizîn.

Dagirkeriya tirk bi rêya cerdevanan vî karê dike ku li ser van karan wê demê Metîn Babat bi şîrketa xwe Mencet vî karî bi rê ve dibe.

Ev karê qirêj bi êrişên 23’yê nîsanê re dîda dest pê kirin.

Darên ku li herêmê tên birîn ji aliyê şîrketên paravanên ên weke Metîn Babat di ser şîrketên Tirk re tên firotin.

Li dijî birîna daran li başûrê welat gelek bertek û nerazîbûn hatin nîşandan.

Piştî nerazîbûnan dewleta tirk navber daye birîna daran lê îcar jî bi rêya eskerên xwe agir bi dar û deviyan dixe.

Artêşa Tirk li devera Metîna dest bi şewitandina daristanan kiriye.

Piraniya şewatên li deverê ji ber topbaran û bombebaranên artêşa Tirk derdikevin.

Hinek jî ji aliyê baregehên leşkerên Tirk ên li deverê ve tên şewitandin.

Li gorî saloxên ji herêmê leşkerên Tirk bi şev ji baregehên xwe derdikevin, xwe berdidin nava rez û baxên welatiyan û agir pê dixin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv