JI HRE’YÊ ÇALAKIYÊN TOLHILDANÊ
HRE: 12 ÇETE Û ESKERÊN DAGIRKER HATIN KUŞTIN
Hêzên Rizgariya Efrînê der barê çalakiyên dawîn de daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî wiha ye:
Di navbera 16 û 19ê Tîrmehê de, ji aliyê hêzên me ve li hember çeteyên dagirker çalakiyên bibandor hatin li dar xistin.
16ê Tîrmehê, li gundê Elemdara yê navça Raco, yekineya Şehîd Avesta çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encamê de 3 çete hatin kuştin, çeteyek jî brîndar bû.
Li roja 18ê Tîrmehê, li bajarê Efrîn, li taxa Vîlat, çalakiyek sabotajê hat pêkanîn. Di encama vê çalakiyê de seyareyek hat ruxandin, 2 çete jî brîndar bûn.
19ê Tîrmehê, li herêma Babê li hember çeteyên dagirker çalakiyek hat li dar xistin. Di encama vê çalakiyê de 7 çete hatin kuştin, 5 çete brîndar bûn, 2 seyareyên bi doçka jî hatin rûxandin.
Heman rojê, li gundê Kilcibrîn ya navçeya Ezazê, di encama çalakiyekê de 2 çete hatin kuştin, çeteyek jî brîndar bû.
Di wan çalakiyan de bi giştî; 12 çete hatin kuştin, 9 çete jî brîndar bûn.
Ev çalakî ji bo tolhildana ji bêhurmetiya dewleta Tirk a dagirker a li hember şehîdgeha Efrînê, hatin li dar xistin.