Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Êrişên 24’ê Tîrmehê: Destpêkirina şerê topyekûn ê qirkirina Kurdan

 

ÊRIŞÊN 24’Ê TÎRMEHÊ
DESTPÊKIRINA ŞERÊ TOPYEKÛN Ê QIRKIRINA KURDAN

Koalîsyona faşîst a AKP/MHP’ê 24’ê Tîrmeha 2015’an di salvegera Lozanê de li dijî Kurdan şerê topyekûn ragihand.

Hê beriya vê tarîxê bi çend salan, Şefê rejîma tirk Tayyîp Erdogan dixwest tevî çeteyên xwe li dijî kurdan ji nû ve şerekî topyekûn bide despêkirin.

Lê li Rojava şoreşa 19’ê Tîrmehê hesabên wî serûbino kiribûn.

Ji bo tasfiyekirina Şoreşa Rojava ji Efrînê heta Serêkaniyê komên çeteyên El Qaîde, El Nusra, DAIŞ, bi ser kurdan ve şandin.

Lê çeteyên Erdogan li berxwedana gel qelibîn. Li alîkî din li Bakurê kurdistanê gerîlayan pêngava şoreşgerî dan destpêkirin.

Bi hezaran girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê 12’ê Îlona 2012’an de dest bi çalakiyên grevên birçîbûnê kirin.

Dewleta tirk a li derve û hindûr tengav bû, ji neçarî dest bi peyvajoya diyalogê ya Oslo’yê ya 28’ê Kanûna 2012’an kir.

Di 3’yê Çileya 2013’an de şandeyek ji KCD û BDP’ê çûn Girava Îmraliyê.

Di dema hevdîtinan de 11 gerîla li Amedê û li Parîsê jî ji damezrenerên PKK’ê Sakîne Cansiz, û du jinên din ên şoreşger hatin qetilkirin.

Lê Rêber Apo dev ji îradeya çareseriyê berneda û di Newroza 2013’an de bi deklerasyonekê peyvajoya çareseriyê da destpêkirin.

Piştî vê beşek ji yekîneyên gerîla yên li Bakurê Kurdistanê 8’ê Gulanê ber bi Herêmên Parastinê yên Meydyayê ve vekişiyan.

Dewleta tirk misêwa li ber gerîla kemîn danî, girtiyên nexweş bernedan, bi çêkirina kalekolan, bendavan û rêyên nû hewl da ji vekişîna gerîla sûd werbigre.

Li ser vê yekê, vekşîna gerîla rawestiya.

Nûnerên dewleta tirk, BDP û Rêber Apo li Îmraliyê hevdîtinên ji bo amadekirina Nexşeya Çareseriyê didomandin.

Lê Erdogan çeteyên DAIŞ’ê dişandin ser Rojava û digot, ‘Rojava xeta min a sor e’.

Rêber Apo jî dema ev yek bihîst got; ‘Rojava ji bo min jî xeta sor e’.

DAIŞ’ê piştî li Şengalê komkujî kir, di 15’ê Îlona 2014’an de berê xwe da Kobanê.

Ji vê yekê Erdogan bi gotina; ‘Kobanê ket ha ket’ kêfxweşiya xwe nîşan da.

Li ser gotinên Erdogan li Bakurê Kurdistanê serhildanên 6-8’ê Cotmehê pêş ketin. Bi dehan çalagerên kurd şehîd bûn.

Di Cotmeha 2014’an de Desteya Ewlekariya Millî mîna modela Srî Lankayê ji bo Kurdan Plana Çalakiyê ya Serîtewandinê amade kir.

Pêla girtin, binçavkirin û kuştinê, êrişa li dijî goristanan destpêkir. Di navbera salên 2013 û 2015’de de hezar û 600 qereqol û kalekol çêkirin.

Lê dîsa Peyvajoya çareseriyê didomiya û di 28’ê Sibata 2015’an li Qesra Dolmabahçe Metna Lihevkirinê ji aliyê Sirri Sureyya Onder ve hate xwendin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv