ŞEHÎDÊN GARÊ Û METÎNAYÊ
HPG’Ê NASNAMEYÊN 4 ŞEHÎDAN EŞKERE KIRIN
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 4 şehîdên Metîna û Garê eşkere kirin.
Di daxuyaniyê de tê bibîrxistin, ku 9’ê Gulanê dema gerîlayan bi ser dagirkerên li Girê Şehîd Çiya yê Metîna de girtin, 2 gerîla şehîd bûn.
HPG’ê got:
Her du gerîla Çekdar û Kûrtay bi ser dijmin de çûn bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.
Nasnameyên şehîdan wiha ne:
Mihemed Ocaklik bi nasnav Çekdar Ronahî li Amedê ji dayîk bûye.
MUHAMMED OCAKLIK
ÇEKDAR RONAHÎ
AMED
DÊ Û BAV: GULSEREN – NECAT
9’Ê GULANA 2021’Ê-METÎNA
Mihemed Kiliç bi nasnav Kûrtay Egîd li Colemêrgê ji dayîk bûye.
MUHAMMED KILIÇ
KÛRTAY EGÎD
COLEMÊRG
DÊ Û BAV: SAKÎNE – HAYDAR
9’Ê GULANA 2021’Ê-METÎNA
Di daxuyaniya HPG’ê de tê ragihandin, ku dîsa 9’ê Gulanê li qada Meyrokê ya herêma Garê gerîlayek di bomberdimanê de şehîd bûye.
Nasnameya şehîd wiha ye:
Veyso Îsa bi nasnav Çiya Heftanîn li Kobanê ji dayîk bûye.
VEYSO ÎSA
ÇIYA HEFTANÎN
KOBANÊ
DÊ Û BAV: FATMA – EDNAN
9’Ê GULANA 2021’Ê-GARÊ
HPG radigihîne ku 21’ê Gulanê li herêma Metîna jî gerîla Asmîn Vîndar dema li ser erka xwe bû di bomberdimanê de şehîd bûye.
Nasnameya şehîd wiha ye:
Mihrîban Sertkaya bi nasnav Asmîn Vîndar li Mêrdînê ji dayîk bûye.
MIHRÎBAN SERTKAYA
ASMÎN VÎNDAR
MÊRDÎN
DÊ Û BAV: VEHBIYE – ÎSMAÎL
21’Ê GULANA 2021’Ê-METÎNA
Di daxuyaniya HPG’ê sersaxî ji bo malbatên şehîdan û welatparêzên Kurdistanê tê xwestin.
Û wiha tê gotin:
Em soza xwe nû dikin, ku em ê têkoşîna şehîdan dewrî me kirî, teqez bi ser bixin.