HÊZÊN PARASTINA HEWAYÎ YÊN ŞEHÎD DELAL
HPG: LI METÎNA Û AVAŞÎNÊ GERÎLA JI HEWAYÊ LI DAGIRKERAN DA
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên dawî yên gerîlayan û êrişên dagirkeriya Tirk eşkere kirin.
Li gorî daxuyaniyê:
26’ê Gulanê Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal dagirkerên li ser Girê Zendûra yê Metînayê kirin hedef.
Hêzên Şehîd Delal 27’ê Gulanê jî li dagirkerên li ser Girê Şehîd Serdar ê Avaşînê xistin.
Gerîlayan di her du çalakiyan de jî bi awayekî serketî li hedefên xwe dan.
Bi Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê li Avaşîn û Zapê jî çalakiyên gerîlayan hebûn.
26’ê Gulanê artêşa Tirk xwest bi helîkopteran eskeran deyne ser pişta Dola Maran.
Gerîlayan bi çekên giran bersiv dan vê hewldanê û li helîkopteran dan.
Li ser destwerdana gerîla, helîkopterên dagirkeran ji qadê dûrketin.
27’ê Gulanê bi çekên giran qereqola dagirkeriya Tirk a li Zapê bû hedefa gerîlayan.
Piştî çalakiyê eskerên Tirk dora qereqolê bombe kirin.
PÊNGAVA CENGA XABÛRÊ
HPG: LI QADA BEKTORYA YA HEFTANÎNÊ 5 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN
Bi Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê jî gerîla li Heftanînê di nava tevgerê de bû.
25’ê Gulanê gerîlayan artêşa Tirk a li ser Girê Koordîne yê li qada Bektorya bû hedefa 2 çalakiyên cûda yên gerîla.
Di her du çalakiyan de 5 dagirker hatin kuştin, çeperek û kolîkekî wan jî hatin rûxandin.
Gerîlayan her wiha derb li radareke artêşa Tirk dan.
26ê Gulanê artêşa dagirker bi balafirên şer Girê Zendûra yê Metîna, Dola Maran a Avaşînê bombe kirin.
Di êrişan de ti zirar li gerîlayan nebû.