Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

HPG’ê bîlançoya şerê mehekê ragihand

 

JI HPG’Ê BÎLANÇOYA ŞERÊ MEHEKÊ
HPG: DI 95 ÇALAKIYAN DE 71 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya şerê mehekê li Bakur û Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya Tirk eşkere kir.

Di destpêka daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku li herêmên Parastina Medyayê berxwedana gerîla 5 meh li pey xwe hiştine.

Hêzên gerîla bi berxwedana dîrokî hem rê li ber artêşa Tirk a faşîst û dagirker girtin û hem jî rê nedan bigihe armancên xwe.

Artêşa Tirk a bi tengavbûneke mezin re rû bi rû maye, li dijî gerîla bi awayekî zêde çekên kîmyewî bi kar anî.

HPG’ê berxwedana hêzên gerîla li Zendûra, Girê Sor û Werxelê bi bîr xist û got, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi performansa xwe ya şer careke din ispat kirin, ku hêza serfiraziyê ne.

Bîlançoya şer a di navbera 24’ê Tebaxê û 22’yê Îlonê de wiha ye:

Hêzên gerîla 95 çalakiyên bi awayên cûda li dar xistin.

53 caran dagirkerên berê xwe dabûn tunel û çeperên şer bi lêdanê hatin rawestandin.

Di van çalakiyan de 4 jê kontra û 67 jê eskerên artêşa Tirk bi giştî 71 dagirker hatin kuştin.

13 dagirker jî birîndar bûn.

28 gerîla di şer û bomberdimanan de şehîd bûn.

6 gerîla di êrişa çekên kîmyewî de şehîd bûn.

PDK’ê bi awayekî xayînane 7 gerîla li Xelîfanê xistin kemînê û êrişî wan kir.

Li dijî çeper û tunelên şer 157 caran çekên kîmyewî hatin bikaranîn.

Artêşa Tirk eskerê xwe yê bi navê Sezaî Gungor kuşt.

Wesaîteke kirpî, 2 wesaîtên Reo, kepçeyek, dronek, kamerayeke mobesse û bombeavêjek hatin îmhakirin.

3 helîkopter, kepçeyeke mezin û wesaîteke leşkerî derb xwarin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv