LI MYANMARÊ ŞER GUR BÛ
LI ROJAVAYÊ WELÊT BI HEZARAN ŞÊNÎ XWE SPARTIN HINDISTANÊ
Li rojhilatê Myanmarê, şerê gel û artêşa derbekar dikele.
Artêş bi hemû hêza xwe herêmê bombarduman dike, dixwaze bi şiddetê hukmê xwe misoger bike.
Di encamê de bi hezaran şêniyên eyaleta ÇINê ji cih û warên xwe bûn û xwe spartin sînorê bi Hindistanê ve.
Li gor saziya civakî ya eyaleta Hindistanê Mîrozam, tenê hefteya borî, zêdetirî 5.500 welatiyên Myanmarê xwe gihandin herêma wan.
Serhildêr li ber xwe didin û li gor daneyên heremî herî kêm 30 leşker kuştin.
Ji windahiyên gel hijmarên zelal nayên wergirtin.
Bi teybetî bajarê Tantlang a Myanmarê veguherî navenda şerê çekdarî.
Li gor daneyên heremî agir bi dehan avahiyan ket û bû sebeba tirseke mezin.
Kêşeyek ku dixwest agir vemirîne ji hêla leşkeran ve hat kuştin.
Thomas Andrews, Raportorê taybet ê Mafê mirovan ê Netewên Yekbûyî rewş wiha nirxand:
“Kuştina kêşeyekî û bombekirina malên Thantlang a li eyaleta ÇINê, nîşan dide ku cuntayê gelê Miyanmarê xistiye çi halî’
Sibata îsal, artêşa Myanmarê derbeyeke li hemberî hikumeta welêt pêkanî.
Piştî darbeyê, rêvebira welêt Aan San Sû Çî û endamên hukumetê hatibûn girtin.