ŞERÊ GERÎLA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
HPG’Ê 5 GERÎLAYÊN DI SALA 2016’AN DE LI KATO JÎRKA ŞEHÎD BÛN BI BÎR ANÎN
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 5 gerîlayên di sala 2016’an de li qada Kato Jîrka şehîd bûne eşkere kir.
Di daxuyaniyê de tê bi bîr xistin ku artêşa tirk a dagirker 4’ê Cotmeha 2016’an herêm bombabaran kir.
Di encama bombebaranê de komeke ji 5 gerîlayan şehîd bû.
HPG’ê dazanîn ku ji ber şert û mercên şer wan encex dikarîbû nasnameya hevalên xwe yên şehîd tespît bikin..
Nasnameya gerîlayên şehîd wehane:
Fatîh Çelîk bi nasnav Bahoz Gever li Colemêrgê ji dayik bûye û 4’ê Cotmeha 2016’an Kato Jîrka şehîd bû.
FATÎH ÇELÎK
BAHOZ GEVER
COLEMÊRG
DÊ Û BAV: NAZÎME – MEHMET
04/10/2016 – KATO JÎRKA
Şakîre Aslan bi nasnav Berfîn Baran li Sêrtê ji dayik bûye û 4’ê Cotmeha 2016’an Kato Jîrka şehîd bû.
ŞAKÎRE ASLAN
BERFÎN BARAN
SÊRT
DÊ Û BAV: XANIM – ÎSA
04/10/2016 – KATO JÎRKA
Sarya Demîr bi nasnav Jiyan Cûdî li Şirnexê ji dayik bûye û 4’ê Cotmeha 2016’an Kato Jîrka şehîd bû.
SARYA DEMÎR
JIYAN CÛDÎ
ŞIRNEX
DÊ Û BAV: HALÎME – OMER
04/10/2016 – KATO JÎRKA
Mehmet Cîn bi nasnav Rêber Kato li Şirnexê ji dayik bûye û 4’ê Cotmeha 2016’an Kato Jîrka şehîd bû.
MEHMET CÎN
RÊBER KATO
ŞIRNEX
DÊ Û BAV: GULLU – EKREM
04/10/2016 – KATO JÎRKA
Leyla Korkmaz bi nasnav Viyan Koçer li Sêrtê ji dayik bûye û 4’ê Cotmeha 2016’an Kato Jîrka şehîd bû.
LEYLA KORKMAZ
VIYAN KOÇER
SÊRT
DÊ Û BAV: XEMÊ – ABDULLAH
04/10/2016 – KATO JÎRKA
Navenda Ragihandinê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de li ser jiyan û têkoşîna her 5 şehîdan jî ev nirxandin kir:
Hevrêyên me Bahoz, Berfîn, Jiyan, Rêber û Viyan tevî polîtîkayên şerê taybet ê dijmin, dilsoziya bi çanda berxwedanê ya gelê xwe re nîşan dan û berê xwe dan çiyayên Kurdistanê.Ji bo bibin gerîlayên serketinê kedeke mezin dan û bi rola pêşengiyê rabûn.
Di daxuyaniya HPG’ê de sersaxî ji malbatên şehîdan û welatparêzên Kurdistanê re hat xwestin û soza ji bo şehîdan a serxistina têkoşînê hat dubarekirin.