PEYMANA LI DIJÎ ŞENGALÊ
ÇALAKIYA KONÊ BERXWEDANÊ 116 ROJ LI PEY XWE HIŞT
Dewleta Tirk a dagirker gefên xwe li dijî Şengalê û Êzîdiyan didomîne.
Yekser têkildarî van gefan, hukûmeta Iraqê jî ketiye pey cîbicîkirina peymana 9’ê Cotmeha 2020’an a wê, PDKê û Dewleta Tirk mohrkirî.
Êzîdiyên Şengalê vê peymanê weke fermaneke nû bi nav dikin û dest bi berxwedanê kirin.
Di pêşengiya Meclîs û saziyên Şengalê de li pêşiya avahiya Êzdîxanê konê çalakiyê hat vedan.
Çalakiya ku bi dirûşmeya “Em Hemû Asayiş in” di roja xwe ya 116’an de dewam dike.
Xelkê herêmê kom bi kom serdana çalekgeran dikin û piştgiriya xwe ji wan re radigihînin.
Çalakger jî radigihînin ku heya peyman neyê bedalkirin û daxwazên wan ji aliyên peywendîdar ve neyê qebûlkirin wê çalakiya xwe bidomînin.