JI HPG’Ê TÊKILDARÎ NÛÇEYÊN ŞERÊ TAYBET DAXUYANÎ
HPG: NÛÇEYÊN TÊKILDARÎ FERMANDARIYA ME TÊN WEŞANDIN NE RAST IN
Ji ber ku ji gerîlayên azadiya Kurdistanê derbên giran dixwe, dagirkeriya Tirk di rojên dawî de berê xwe dîsa daye şerê taybet û psîkolojîk.
HPG’ê têkildarî vê yekê di daxuyaniya xwe ya îro de ev agahî dan:
Dewleta Tirk a qirker û faşîst, a li hemberî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ti serketinê nikare bi dest bixe, berê xwe daye şerê taybet.
Bi vê rêbazê û senaryoyên çêkirî, hewl dide serketinên sexte biafrîne û bi dest bixe.
Di demên dawî de nûçeyên têkildarî hêz û qedemeya fermandariya me tên çêkirin ne rast in.
Divê gelê me ji van nûçeyên xwe dispêrin şerê taybet bawer neke.