PÊNGAVA CENGA XABÛRÊ
HPG: LI GIRÊ XAÇ Ê HEFTANÎNÊ 3 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên dawî yên gerîlayan û êrişên dagirkeriya Tirk ev agahî dan:
17’ê Gulanê saet 11 û nîvan, gerîlayan li Heftanînê bi Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê li dagirkeran dan.
Hêzên me yên gerîla eskerên Tirk ên li Girê Xaçê yê qada Xantûrê kirin hedef.
Di çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin û konek hat rûxandin.
Piştî çalakiyê bi saetekê artêşa dagirker qad bi obus û hawanan bombe kir.
11’ê Gulanê dema hêzên me ji deverekê derbasî devereke din dibûn, li qada Selmasê bûn hedef êrişa hêzên Îranê.
Li vê derê 4 hevrêyên me şehîd bûn.
17’ê Gulanê qada Şehîd Serxwebûn a Zapê û Girê Zendûra yê Metîna bi balafirên şer hatin bombekirin.
Di van êrişan de ti zirar li hêzên me nebû.