4 ŞEHÎDÊN ŞERÊ BAGOKÊ
HPG: EW ABÎDEYÊN BERXWEDANÊ NE
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şerê ku 29 û 30’ê Adarê li çiyayê Bagokê rûdayî, daxuyaniyek nû weşand.
Navendê bi bîr xist ku wan 8’ê Nîsanê têkildarî şerê li herêmê raya giştî agahdar kiribû û ev agahî parve kirin:
Roja 29’ê Adarê piştî nîvro, li qada Kela Şehîdan di navbera yekîneyeke gerîlla û artêşa Tirk de şer rû da.
Şerê li herêmê heta 30’ê Adarê dewam kir.
Di encama bombardimanên artêşa Tirk de 4 gerîlla şehîd bûn.
Nasnameyên şehîdan wiha ne
Hesen Mahmudî binasnav Hewram Avyer li bajarê Rojhilatê Kurdistanê Sine ji dayîk bûye û rojên 29-30’ê Adarê li Bagokê şehîd bû.
HESEN MAHMÛDÎ
HEWRAM AVYER
SINE
DÊ Û BAV: GULISTAN – SALAR
29-30’Ê ADARÊ-MÊRDÎN
Eyûb Çam bi nasnav Rêber Kurdistan li Mêrdînê ji dayîk bûye û rojên 29-30’ê Adarê li Bagokê şehîd bû.
EYÛB ÇAM
RÊBER KURDISTAN
MÊRDÎN
DÊ Û BAV: GAZALÎ – ÇEÇAN
29-30’Ê ADARÊ-MÊRDÎN
Qehreman Sunar binasnav Egîd Timoq li Batmanê ji dayîk bûye û rojên 29-30’ê Adarê li Bagokê şehîd bû.
QEHREMAN SUNAR
EGÎD TIMOQÎ
BATMAN
DÊ Û BAV: FATMA – BEDRETTÎN
29-30’Ê ADARÊ-MÊRDÎN
Îsmet Bilgîç bi nasnav Rustem Fîraz li Mêrdînê ji dayîk bûye û rojên 29-30’ê Adarê li Bagokê şehîd bû.
ÎSMET BILGÎÇ
RUSTEM FÎRAZ
MÊRDÎN
DÊ Û BAV: RABÎA – ÎSA
29-30’Ê ADARÊ-MÊRDÎN
Di daxuyaniya HPG’ê de bi berfirehî qala her çar şehîdan hat kirin.
Hat ragihandin, ku Hewram Avyer Fermandarê Eyaleta Mêrdînê ye û li gelek herêmên Kurdistanê bi gerîlatiyê rabûye.
Rêber Kurdistan jî bi gerîlatiyeke şareza xwe gihandiye asta fermandariyê.
Egîd Timoqî jî demekê li Şengalê li dijî faşîzm û dagirekriaya DAIŞ’ê şer kiriye û civaka Êzîdî parastiye.
Rustem Fîraz jî piştî ku beşdarî Şoreşa Rojava bûye, berê xwe daye çiyayên Kurdistanê.
Di daxuyaniya HPG’ê de wiha hat gotin:
Ew ê her timî abîdeyên berxwedanê yên serbilindiyê bin ji bo gelê Kurdistanê.
Di serî de malbatên hêja, em ji tevahiya welatparêzên Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.
Soz didin, ku dilsozî xeyal û bîranînên hevrêyên xwe yên şehîd bin.