“ŞEHÎD PÊŞENGÊN JIYANA ME NE”
KOMAW’Ê ŞEHÎDÊN MEHA GULANÊ BI BÎR ANÎN
Komeleya malbatên şehîdan, bi daxuyaniyekê di şexsê Mehmet Karasungur, Hakî Karer, Ozan Mizgîn de hemû şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin meha Gulanê ji bo hemû kedkarên cîhanê meheke hevpar e û hate gotin;
Meha Gulanê her wiha ji bo têkoşîna netewîya Kurd weke Meha Şehîdan derbasî dîrokî bûye.
Di vê mehê de gelek kurd ên leheng bûne sembol û şehîd.
Yek ji van jî Mehmet Karasûngur e, ji bo yekîtiya netewî têkoşiyaye û di vê rêyê de şehîd bûye.
Vê mehê her wiha leheng Hakî Karer jî şehîd bûye. Ew ji bo têkoşîna şoreşê ya Kurdistanê û Tirkiyê bûye nîşane.
Hozan Mizgîn jî bi xebatên qada hunerî bûye mamosteyek, peyam daye ku berpirsyariya hunermendan ti têkoşîna demokrasî û azadiyê de heye.
Em di şexsê şehîdên Gulanê de hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê bi bîr tînin.