PÊNGAVÊN BAZÊN ZAGROSÊ Û CENGA XABÛRÊ
HPG: LI XAKURKÊ Û METÎNAYÊ HERÎ KÊM 6 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên dawî yên gerîlayan û êrişên dagirkeriya Tirk eşkere kirin.
HPG’ê pêşî cih da agahiyên nû yên têkildarî çalakiya li dijî balafirgeha leşkerî ya Amedê.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal li dijî balafirgehê 2 çalakî li dar xistine.
Balafira pêşî li cihê pîlotên şer û personelên hêzên hewayî da.
Ya duyemîn jî hangara balafirên şer lê bûn, kir hedef.
Di encama vê çalakiyê de li Fermandariya Baregeha Jet a Navendî teqînên mezin pêk hatin.
Hejmara pîlotên hatine kuştin û birîndarkirin, nehat zelalkirin.
Di daxuyaniya HPG’ê de têkildarî çalakiyên li Zap, Metîna û Xakurkê jî jî ev agahî hatin dayîn:
Hêzên me 18’ê Gulanê li Xakurkê bi Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê rabûn.
Dema wesaîteke bi tîpa Reo di navbera Girên Kevortê û Lêlikanê de di tevgerê de bû, ji aliyê gerîlayan ve hat hingaftin.
Bi çalakiya sabotajê wesaîta Reo hat îmhakirin û 6 dagirkerên tê de hatin cezakirin.
19’ê Gulanê li qada Herfa T ya Zapê, li dijî dagirkerên di nava tevgerê de bûn çalakiyek hat lidarxistin.
Gerîlayan dema 4 esker li hev kombûbûn li wan dan.
Agahiyên berfireh têkildarî vê çalakiyê wê paşê bên parvekirin.
Li herêma Metîna jî hêzên gerîla bi Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê rabûn.
18’ê Gulanê hêzên gerîla artêşa Tirk a li ser Girê Azad bi çekên giran kirin hedef.
3 roketên gerîla li çeperan û 2 roket jî li dora wan ketin.
Kuştî û birîndarên artêşa Tirk çêbûn, lê hejmar nehat zelalkirin.
HPG’ê her wiha ragihand, ku 19’ê Gulanê gelek qaadên Metîna, Zap, Avaşînê bi balafirên şer û helîkopteran hatine bombekirin.
Di êrişan de ti zirar li gerîlayan nebûye.