Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Cemîl Bayik: ‘DYA û Ewrûpa piştgiriyê didin êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd’

 

CEMÎL BAYIK JI SHARPRESSÊ RE AXIVÎ
“DYA Û EWRÛPA PIŞTGIRIYÊ DIDIN ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK ÊN LI DIJÎ GELÊ KURD”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ji malpera Şarpres a Başûrê Kurdistanê re axivî.

Yek ji mijarên di hevpeyvînê de hat nirxandin, rola Amerîka û Ewrûpayê ya di êrişên li dijî gelê Kurd de bû.

Cemîl Bayik li ser pirsa “bi navbeynkariya Amerîkayê projeyeke aştiyê bi Tirkiyê re heye…?” ev bersiv da:

Ji bo ev yek bibe, divê di polîtîkayên Amerîka û Tirkiyê de guhertinên polîtîk ên ji kokê pêk werin.

Amerîka ji bo dilê Tirkiyê xweş bike, Tevgera me ya Azadiyê bi terorîzmê sûcdar dike.

Bi vî rengî destekê dide polîtîkayên qirkirinê yên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê.

3 rêveberên Tevgera me 6’ê Mijdara 2018’an xist lîsteya lêgerînê ya bi xelat.

Civak vê yekê weke “nêçîrvaniya seriyan” bi nav dike.

Di her firsendê de piştgiriya xwe ya ji bo êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk eşkere dike.

Dewleta Tirk piştgiriya herî zêde ji bo qirkirina gelê Kurd ji Amerîka digire.

Dewleta Tirk û çapemeniya wê jî derewa “DYA destekê dide PKK’ê” dikin.

Ev dereweke mezin e û ji bo berevajîkirina desteka ku ji Amerîka digirin, vê yekê dikin.

Dewleta Tirk li deverên ku li Rojava dagir kirine, koka Kurdan diqelîne.

Lê Amerîka dengê xwe dernaxe û vê dagirkeriyê asayî dibîne.

Me carekê jî ji devê Amerîkayê nebihîst ku bêje “bila dewleta Tirk ji van xakan vekişe.”

CEMÎL BAYIK JI SHARPRESSÊ RE AXIVÎ
“DIVÊ DYA Û EWRÛPA DAWÎ LI DESTEKA DIDIN TIRKIYÊ BÎNIN”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê êrişa dewleta Tirk a dagirker a herî dawî li dijî Avaşîn, Metîna û Zapê hatî destpêkirin jî bi bîr xist.

Û destnîşan kir, ku yekser Amerîka û Ewrûpa ji bo tevgera me bê tasfiyekirin piştgiriyê didin van êrişan.

Ji bo li Tirkiyê pêvajoya çareseriyeke aştiyane û demokratîk dest pê bike, divê DYA û Ewrûpa piştgiriya bi Tirkiyê re bi dawî bikin.

Heta Tirkiye bi desteka van hêzan şerê xwe rewa bike, wê polîtîkaya xwe ya qirkirinê û êrişan bidomîne.

Wekî din heta desthilatdariya AKP-MHP’ê neçe, hêviya çareseriya pirsgirêka Kurd xwexapandin e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv