Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

HPG: Li Metînayê 5 dagirker hatin cezakirin

 

CENGA XABÛRÊ
HPG: LI METÎNAYÊ 5 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên dawî yên gerîlayan eşkere kirin.

HPG’ê diyar kir, ku di çalakiyên dawî de 5 dagirker hatine kuştin.

Berfirahiya daxuyaniyê wiha ye:

Gerîlayên HPG û YJA-Starê li Metîna bi Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê rabûn.

Hêzên YJA-Starê 27’ê Hezîranê li Girê Azad ê Metîna, bi çalakiyeke sekvanî li eskerên Tirk dan.

Di çalakiyê de dagirkerek hat cezakirin.

Heman rojê piştî nîvro li bejahiya gundê Êzîdiyan ê Metîna, çalakiyek sekvanî hat lidarxistin.

Li vir jî eskerekî Tirk hat cezakirin.

Dîsa 27’ê Hezîranê danê êvarî, gerîlayan çalakiyeke din a sekvanî kirin.

Hedefa vê çalakiyê vê carê dagirkerên li ser Girê Şehîd Çiya yê Metîna bûn.

Li vir jî dagirkerek hat cezakirin.

Gerîlayan her wiha radareke li ser Girê Şehîd Çiya jî îmha kirin.

Dîsa 27’ê Hezîranê gerîlayan li dijî eskerên Tirk ên li ser Girê Koordîne yê Metîna çalakiyeke koordînekirî li darxistin.

Gerîlayan ji du milan ve çepera sîleha A-4 tevî dagirkerên tê de kirin hedef.

Di vê çalakiyê de jî 2 eskerên Tirk hatin cezakirin.

BAZÊN ZAGROSÊ LI AVAŞÎNÊ
HPG: DAGIRKERAN XWEST BI BOMBEYÊN GAZÊ BIKEVIN ÇEPERÊN ŞER ÊN GIRÊ SOR

Li Herêma Avaşînê jî gerîlayên HPG û YJA-Starê bi Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê rabûn.

27’ê Hezîranê li Girê Silêman, Tabûra Ereban û Girê Sor, livûtevgera helîkopteran zêde bû.

Bi şev jî qadên Werxelê û Kîlîse hatin bombekirin.

Heman rojê artêşa Tirk xwest bi bombeyên gazê bikeve çeperên şer ên li Girê Sor.

Gerîlayan bi berxwedana xwe dîsa rê nedan dagirkeran.

HPG’ê ragihand, ku 27 û 28’ê Hezîranê artêşa Tirk bi balafirên şer û obusan, Girê Berbizina yê Xakurkê, qadên Karker û Herfa T yên Zapê, qada Werxelê ya Avaşînê, bejahiya gundên Kêste, Hirorê û Birîfka yên Metîna bombe kirin.

Di êrişan de ti zirar li gerîlayan nebû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv