Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Komîteya Rêveber a PKK’ê: ‘Em ê li ser xeta şehîdan têkoşîna azadiyê bi xurtî bidomînin’

 

KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê:
EM Ê LI SER XETA ŞEHÎDAN TÊKOŞÎNA AZADIYÊ BI XURTÎ BIDOMÎNIN

Komîteya Rêveber a PKK’ê, bi wesîleya salvegera şehadeta Zeynep Kinaci bi nasnav Zîlan ku 30’ê Hezîrana 1996’an li Dersimê çalakiya fedayî li dar xist û salvegera şehadeta endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb daxuyaniyek weşand.

PKK’ê bi berfirehî li ser kesayet û têkoşîna şehîdan nirxandin kirin:

Ji bo Şehîd Zîlan wiha hat gotin:

Hevrê Zîlan berî 25 salan li Dersimê bi çalakiya xwe derba herî dîrokî li sîstema faşîst-qirker xist û bû sembola têkneçûn û afirîneriya taktîkê ya gerîla.

Gerîlatiya jinê ya li ser xeta fedayî û pêşengiya jinê ya li têkoşîna azadiyê xurt kir.

Xeta azadiya jinê û şoreşa jinê ya azad afirand û xet li Kurdistanê û li cîhanê belav bû.

Afirîneriya rastî ya jinên azadbûyî ya li ser xeta serketinê ya Apoyî nîşanî her kesî da.

KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê:
EM LI SER XETA FEDAYÎTIYÊ YA ZÎLAN ŞER DIKIN Û BI SER DIKEVIN

PKK’ê îşaret bi berxwedana îro li dijî dagirkeriya tirk tê bi pêşxistin kir û wiha hat gotin:

Bi navê gel û tevgerê, çarîkek sedsal e ku em li ser xeta fedayîtiyê ya Zîlan şer dikin.

Ya ku êrişên di asta komploya navnetewî de hêzên mêtinger-qirker pûç kir, ev xeta fedayîtiyê ye.

Di serî de li Metîna, Zap û Avaşînê, li Heftanîn û Xakurkê, li tevahiya Kurdistanê û metropolên Tirkiyê li her qadê ev şer li ser vê xetê tê meşandin.

KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê:
RASTIYA HEVRÊ HELMET MAF, EDALET Û HEQÎQETÊ TEMSÎL DIKE

PKK’ê têkildarî duyemîn salvegera şehadeta endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb bi nasnav Helmet jî ev nirxandin kirin:

Rastiya hevrê Helmet bi rastî jî ronakbîriyeke mezin e; ew maf, edalet û heqîqetê temsîl dike.

Ev rastî welatparêziya Kurd, demokratbûn û şoreşgeriya rasteqîn, têkoşîna li dijî dewleta Tirk a mêtinger-qirker û helwesta li dijî êrişên dagirkeriyê yên faşîzma AKP-MHP’ê nîşanî me dide.

PKK’ê li ser sekna şehîd Helmet a li dijî dagirkeriya tirk bang li aliyên siyasî yên Başûr jî kir:

Di serî de PDK em bang li rêxistinan hemûyan dikin ku li dijî dagirkeriyê, helwesta xwe ji bo yekîtiya netewî û têkoşîna azadiyê deynin.

Bi navê tevgera PKK’ê û gelê Kurd em her tim alîgirên yekîtiya demokratîk-netewî ya gelê kurd û çareseriya demokratîk a biratiya gelan in.

Em bang li hêzên siyasî hemûyan dikin ku vê rastiyê bibînin û bi hurmet tevbigerin.

Di vê çarçovê de em bang li jin û ciwanan dikin ku li dora pêngavên serketinê yên gerîla bicivin.

Bi pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” em Rêber Apo azad bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv