Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

HPG: ‘Li Girê Kato Sûlê yê qada Bektorya 7 dagirker hatin cezakirin’

 

GERÎLAYÊN YJA-STARÊ LI HEFTANÎNÊ DERB LI DAGIRKERAN DAN
HPG: LI GIRÊ KATO SÛLÊ YÊ QADA BEKTORYA 7 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî berxwedana gerîla ya 4 meh li pey xwe hiştin û êrişên artêşa Tirk daxuyaniyek da.

HPG’ê destpêkê ragihand, ku gerîlayên YJA-Starê bi Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê li Heftanînê operasyoneke şoreşgerî li dar xistine.

Agahiyên çalakiya berfireh a gerîlayên jin wiha ne:

Hêzên gerîla li Girê Kato Sûlê yê li qada Bektorya ji du milan ve çalakiyeke koordînekirî li darxistin.

Milê pêşî yê çalakiyê yekîneyeke dijmin a ji kontra û dagirkeran pêk tê, dema xwest kontrola rê bike kir hedef.

Gerîlayên jin ji nêz ve li dagirkeran dan.

Di vê çalakiyê de 2 dagirker û 2 kontra hatin cezakirin.

Milê duyemîn ê çalakiyê jî çepera sîleha bombeavêj tê de kir hedef.

Li vê derê jî 3 dagirker hatin cezakirin, sîleha bombeavêj hat îmhakirin û çeper jî hat rûxandin.

LI ZAPÊ BERXWEDANA GERÎLA
HPG: HÊZÊN ME DERB LI HELÎKOPTERÊN ÊRIŞÊ DAN

Gerîlayên HPG û YJA-Starê li Avaşîn û Zapê jî bi Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê di nava tevgerê de bûn.

HPG’ê ev agahî dan:

23’yê Tebaxê helîkopterên êrişê xwestin qadên Banista, Tabûra Ereba û Tîpa T bombe bikin.

Hêzên me dest li vê êrişê werdan û derb li helîkopteran dan,

Li herêma Avaşîn jî berxwedana li tunelên şer ên Girê Sor û Werxelê dewam kir.

23’yê Tebaxê dagirkerên berê xwe dan Qada Berxwedanê ya Girê Sor, bûn hedefa gerîlayan.

Û bê encam vekişiyan.

Heman rojê artêşa Tirk bi teqemeniyan ev qada berxwedanê bombe kirin.

Dîsa 23’yê Tebaxê artêşa Tirk li dijî Qada Berxwedanê ya Werxelê gazeke zêde ya kîmyewî bi kar anî.

Heman rojê heman qad bi helîkopter û teqemeniyan hat bombekirin.

Dagirkerên ku xwestin piştî bomberdimanê ber bi qada berxwedanê ve biçin bûn hedefa destwerdana gerîla.

Û ji vir jî bêyî ku encamekê bi dest bixin vekişiyan.

HPG’ê têkildarî êrişên artêşa Tirk jî ev agahî dan:

23’yê Tebaxê gundên Kêste, Hirorê, Serarû, Dêşîşê, Êdinê, qadên Koordîne, Derarê û Kela Qumriyê yên Metîna û bajarokê Kanî Masî bi helîkopteran û ji qereqolên li ser sînor hatin bombekirin.

Dîsa heman rojê helîkopterên êrişê li Avaşînê Girê Şehîd Rizgar, Dola Bizina û Girê Kartal bombe kirin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv