Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Duran Kalkan: ‘Heke dijmin carekê li te xist tu yê du caran lê bixî’

 

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
DI 15’Ê TEBAXÊ DE ÊRIŞA LI DIJÎ ŞENGALÊ NÎŞANEYA TÊKÇÛNA DEWLETA TIRK E

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan, beşdarî bernameya Taybet a Televîzyona Medya Haberê bû.

DUran Kalkan bi taybetî jî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Şengalê nirxandin.

Êrişên desthilata faşîst a AKP/MHP’ê nîşan dide ku çiqas tengav bûye û derb xwariye.

Bi êrişa li dijî Şengalê hewl dide xwe ji bandora psîkolojîk a 15’ê Tebaxê rizgar bike.

Di êrişên 2014’an de dibe ku xelkê Êzidî bi tenê be, lê îro ne bi tenê ne û wê ti carî jî bitenê nemînin.

Divê baweriya wan jî bi wan hebe û vîna xwe xurt bikin, sekna xwe ya azad pêş bixin.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
YÊN DIBÊJIN; BILA RÊVEBERÎ XWE JI HEV BIXE, DEMA BALAFIRAN LI ŞENGALÊ DA LI KU BÛN?

Duran Kalkan xwest ku xelkê Şengalê xweparastina xwe xurt bike û ev bersiv da aliyên ku dibêjin; divê rêveberî û parastina Şengalê xwe fesih bike!

Gelo ji bo ku faşîzma AKP/MHP’ê lê bide û ji holê rake vê yekê bikin?

Dibêjin pêdivî pê tine ye; gelo yên digotin ‘pêdivî tine’ dema balafir li nexweşxanê dan li ku bûn?

Her tişt li ber çavan e, lê tişta were pirsîn ev e; gelo em ê çi bikin?

Dewleta Tirk li hemberî Kurdan hemûyan di şer de ye.

Tenê bi daxuyaniyan ev nabe, dema yekî êrişî me kir mafê me ye ku em jî bersiv bidin.

Ku dijmin hebe divê herkes li dijî wî dijminî li her derê têbikoşe.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
HEKE DIJMIN CAREKÊ LI TE XIST TU YÊ DU CARAN LÊ BIXÎ

Dûran Kalkan anî ziman ku divê mirov bi xwe rêxistin bike, perwerde bike, dijminê xwe nas bike, li dij têbikoşe, dest û milê dijmin bişikîne:

Ew çawa êrişî te dike, çawa dijminatiyê li te dike, herî kêm bi qasî wî divê tu jî di pozîsyona êrişa dijî dijmin de be, têbikoşe.

Eger dijmin carekê li me dixe, divê em du caran lê bixin, herî kêm divê em carekê lê bixin.

Çi dikare pêşî li me bigire? Gelo ev ne parastina rewa ye?

Tiştekî Kurdan nîne ku xwe pê bi sînor bikin, astengiyan deynin pêşiya xwe.

Li vê cîhanê ji bilî mirinê tiştek ji Kurdan re nayê hiştin.

Eger em aqilane têbikoşin em hingî dikarin dest û milê dijmin bişikînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv