PÊNGAVA SERFIRAZIYÊ YA EGÎDÊN BOTANÊ
HPG: JI BO BÎRANÎNA ŞEHÎD DILJÎN LI ŞIRNEX Û SÊRTÊ 8 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê encama çalakiyên gerîla yên li Sêrt û Şirnexê bi pênava Serfiraziyê ya Egîdên Botanê pêk anîn ragihand.
Daxuyanî wiha ye:
6’ê Îlonê artêşa Tirk li qadên Findikê, Çiyayê Bizina û Şehîd Bahoz a herêma Gabarê dest bi tevgera dagirkeriyê kir.
Li qada şehîd Bahoz gerîlayan dagirker xistin kontrola xwe û li wan dan.
Di encama vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin.
Piştî çalakiyê dagirker 7’ê Îlonê ji qadê vekişiyan.
Di 7’ê Îlonê de artêşa Tirk li qada Çiravê ya li navçeya Sêrtê Dihê li dest bi tevgera dagirkeriyê kir.
Artêşa Tirk tevgera xwe ya dagirkeriyê li girê Berxwedan û Deşta Mistoxê berferih kir
Gerîlayan di navbera gundên Aval û Nîtê de li dijî wesayîta zirxî ya Kîrpî çalakiyeke sabotajê kir.
Di çalakiyê de 6 dagirker hatin cezakirin û 4 jî birîndar bûne.
Her wiha wesayîta zirxî jî îmha bû.
HPG’ê ragihand ku gerîlayan ev çalakî ji bo bîranîna fermandara herêma Gabarê Diljîn Marya Dersim li dar xistiye.
RÊBAZÊN ŞERÊ QIRÊJ ÊN DEWLETA TIRK
HPG: ARTÊŞA TIRK LI WERXELA AVAŞÎNÊ GAZA BI JAHR BI KAR ANÎ
Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker jî HPG”ê ev agahî dan:
12’ê Îlonê artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran Qada Berxwedanê ya Werxelê bombebaran kir.
Piştî bombebaranê dagirkeran hewl dan bi pêş ve biçin.
Di navbera berxwedêrên Werxelê û dagirkeran de şer şer derket.
Tevî ku dijmin teknîkeke zêde bi kar anî, li hemberî berxwedana gerîla têk çû neçar ma qedemeyekê vekişe.
Artêşa Tirk a derb xwar 13’ê Îlonê careke din sûcê şer kir û gazên bi jahr herêm bombebaran kir.
11’ê Îlonê artêşa Tirk bi obusan li gundê Banikê û qada Pîrbila ya Heftanînê
12’ê Îlonê jî bi balefirên şer girê Deştanê ya qada Sinînê ya Xakurkê bombebaran kirin.