Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Du wêjekarên şoreşê… Adil Urfa û Ferat Pîr

 

DU WÊJEKARÊN ŞOREŞÊ… ADIL URFA Û FERAT PÎR
KOMÎTEYA PIŞTGIRIYA BI MALBATÊN ŞEHÎDAN RE YA PKK’Ê EW BI BÎR ANÎN

Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê bi daxuyaniyekê wêjekarên şoreşê Adil Urfa û Ferat Pîr bi bîr anîn.

Di daxuyaniyê de têkildarî şehadeta her du şoreşgeran ev agahî hatin dayîn:

Şoreşgerên mezin ên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê Îrfan Guler bi nasnav Adil Urfa û Saît Uçlu bi nasnav Ferat Pîr dema xebata nivîsandina romana şoreşê dikirin li Rojava bûn, nexweş ketin û şehîd bûn.

Komîteyê da zanîn, ku Îrfan Guler 14’ê Adara 2021’ê û Saît Uçlu jî 29ê Adara 2021’ê şehîd bûne.

Komîteyê got, em ji ber van şehadetan xembar û xwedî êş in.

Di şexsê malbatên Guler û Uçlu de, em ji tevahiya welatparêzên Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

Em her du şoreşgerên mezin ji ber keda wan a mezin bi hurmet bi bîr tînin.

Soz didin, ku wê timî li bîra me bin û têkoşîna wan a azadiyê bi ser bixin.

Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê da zanîn, ku her du şoreşgeran jiyana xwe bexşî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û mirovahiyê kiribûn û li pey xwe şopeke mezin a têkoşînê hêlan.

Di daxuyaniyê de yek bi yek bi berfirehî qala şoreşgerî û kesayeta her du şehîdan jî hat kirin.

PKK’ê da zanîn, ku şehîd Saît Uçlu pirtûka pêşî ya Rêzeromana Partiyê ya bi navê “Vejîna li Welatê Rojê” Amara û pirtûka 5. a heman rêzeromanê “Lêgerîna li Azadiyê” bi 3 cildan nivîsî ye.

Îrfan Guler jî pirtûka sêyemîn a rêzeromanê “Bûyîna ji bo Azadiyê” bi 3 cildan nivîsî ye.

Îrfan Guler her wiha pirtûka bi navê “Yên Çok Danaynin” a behsa berxwedana xwerêveberiyê ya Cizîrê dike bi 3 cildan nivîsî ye û temam kiriye.

Herî dawî jî Saît Uçlu çîroka berxwedana Kobanê ya bi heybet dinivîsî.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku şehîd Saît û Îrfan endamên Dibistana Wêjeyê ya Şehîd Şîlan Bakî bûn û wiha hat gotin:

Her du hevalan bi berhemenên xwe yên wêjeyî hêzeke girîng dan şoreşa Kurdistanê.

Ew bi şehadeta xwe bûn nemir.

Sekna îdeolojîk a partiya me û nirxên şoreşê kirin roman û bi vî rengî şoreş jî mayînde kirin.

Em ê xwedî li mîrasa wan a wêjeya şoreşgerî derkevin, berhemên wan ên nîvco mayî temam bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv