ÇALAKIYA LI DIJÎ BALAFIRGEHA LEŞKERÎ YA AMEDÊ
HPG: HÊZÊN ŞEHÎD DELAL ÇALAKIYÊN SERKETÎ LI DAR XISTIN
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de têkildarî çalakiyên li Amedê agahî dan.
HPG radigihîne ku çalakî ji aliyê Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal Amed ve hatine lidarxistin.
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin:
19’ê Gulanê li dijî Fermandariya Baregeha Jetan a 8. li Amedê çalakiyên serketî hatin lidarxistin.
Van çalakiyan bandoreke mezin kir û encamgirbûn, dewleta Tirk a dagirker û rayedarên wê xistin nav panîkê.
Têkildarî encamên van çalakiyan wê gelê me yê welatparêz û raya giştî paşê bên agahdarkirin.