ŞERÊ GERÎLA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
HPG: GERÎLAYAN BI ÇEKÊN GIRAN LI HEFTANÎNÊ LI DAGIRKERAN DAN
HPG’ê ragihand, ku gerîlayan li Heftanînê li artêşa dewleta Tirk a dagirker dane.
Artêşa Tirk jî dîsa li dijî tunelên şer ên Werxela Avaşînê 5 caran gaza kîmyewî bi kar anî ye.
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê ev agahî dan:
7’ê Tebaxê gerîlayan bi Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûr, dagirkerên li ser Girê Dûpişk ê li qada Minînê ya Heftanînê bi çekên giran kirin hedef.
Gerîlayan du caran bi awayekî serketî li hedefên xwe dan.
Artêşa Tirk a li hemberî berxwedana gerîla li Avaşînê nikare xwe bilivîne, dîsa bi rêbazên şerê taybet rabû.
9’ê Tebaxê 5 caran bi gaza kîmyewî êrişî tunelên şer ên li Werxelê kir.
Her wiha heman rojê tunelên şer ên Girê Sor û Werxelê hatin bombekirin.
Dîsa 9’ê Tebaxê artêşa dagirker qada Kafya ya Garê bi balafirên şer du caran bombe kir.
Di van êrişan de ti zirar li hêzên gerîla nebû.