Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gulistan Çiya Îke: Divê gel pêşiyê li PDK’ê bigre

 

ÊRIŞA PDK’Ê YA LI DIJÎ GERÎLA
GULISTAN ÇIYA ÎKE: DIVÊ GEL PÊŞIYÊ LI PDK’Ê BIGRE

Di şîroveya heftiyê ya televîzyona me Stêrk Tv de mijara vê heftiyê êrişa hêzên PDK’ê ku di 26’ê tîrmehê de li Xelîfanê êrişê komek gerîla kir.

Gulistan Çiya Îke destnîşan kir ku raya giştî ya kurd divê li dijî siyaseta PDK’ê xwedan helwest be û pêşî lê bigre.

Xalên di şîroveyê de derketin pêş bi vî awayî bûn:

Hêzên taybet yên PDK’ê dor li yekîneyeke ji 3 kesan a gerîla girtine, piştre jî bi êrişekê 2 ji gerîlayan qetil kirine, gerîlayê din jî birîndar kirine. Hin çavkanî jî dibêjin hersê gerîla jî hatine şehîdkirin.

Di demekê de ku dewleta Tirk di nava tevgera dagirkirinê de ye ev êrişa PDK’ê eşkere tê wateya şer.

Bi vî awayî PDK hem mil bi mil li gel dewleta Tirk tevlî şer dibe, hem jî hewl dide vê rastiyê veşêre.

Sedemeke vê helwesta PDK’ê ew e ku gelek derdor vê xirabiya PDK’ê ya li dijî gelê Kurd eşkere bilêv nakin.

Lê heger PDK di vê xirabiyê de israr bike, ev pirsgirêk dê çawa çareser bibe?

Wê demê lazim e ji PDK’ê re bê gotin, dest ji dorgirtina li gerîlayan berde, hêzên çekdar ên ku we şandine derdora gerîla, vekişînin.

Gelê Kurd, raya giştî ya Kurd naxwaze di navbera gerîla û hêzên leşkerî yên PDK’ê de şer çêbe.

Vê nêzîkatiya raya giştî heta niha nehişt di navbera gerîla û hêzên leşkerî yên PDK’ê de şer biqewime.

Lê ew bingeh heye ku şer dijwar bibe. PDK gerîla dorpêç dike, zêdetir hêzên leşkerî li van herêman kom dike, ber bi baregehên gerîla ve rêyên maşîneyan vedike.

Divê raya giştî ya Kurd vê rewşê ciddî bibîne û êrişên wiha yên PDK’ê asteng bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv