Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG: ‘Divê gelê Kurd hesabê êrişan ji PDK’ê bipirse’

 

LI XELÎFANÊ ÊRIŞA PDK’Ê
PDK’Ê LI XELÎFANÊ ÎCAR JÎ ÊRIŞÎ KOMEKE GERÎLA KIR

Li gel êrişên dagirkeriya tirk PDK jî weke estrumaneke qirêjî di şerê li hemberî gerîla de cihê xwe girtiye.

Li aliyekî bi hêzên xwe yên çekdar dikeve qadên gerîla û dor li gerîla digre li aliyê din bi maşîneyan li pêşiya dagirkeran rê vedike.

Bi ser de jî rasterast êrişê gerîla dike.

Bûyera yekam a êrişê 26’ê tîrmehê li texma gundê Bêxme yê Xelîfanê pêk hat.

Hêzên PDK’ê bi çekên gran êrişî koma 3 kesî ya gerîlayan kir.

Ji wê demê ve agahî ji gerîla Serwer Serhat, Wargeş Çavreş û Dijwar Berxwedan nayê wergirtin.

Li gel ku raya giştî ya kurd, tevgera azadiyê bang li PDK’ê kirin jî PDK’a ku destpêkê bûyer qebûl kir piştre ti agahî nedan.

Bi ser vê êrişê re bi qasî mehekê derbas bû.

Di 29’ê tebaxê de dîsa li heman herêmê komeke gerîla ya 7 kesî ku dixwest ji Çemê Zapê derbas bibe êriş lê hat kirin

Ev dîmenên li ser ekranê têkildarî êrişa li koma gerîla ye ku çavkaniyên herêmî ev dîmen girtine.

ÊRIŞA LI XELÎFANÊ
HPG: DIVÊ GELÊ KURD HISABÊ ÊRIŞAN JI PDK’Ê BIPIRSE

Der barê êrişê de Navenda Ragihandin û çapemeniya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin;

“Koma gerîla ya ku ji 7 kesan pêk tê dema xestin li herêma Xelîfanê ava Çemê Zapê derbas bikin dikevin kemîna hêzên PDK’ê.

Li gor agahiyên ku ji me re hatine gerîlayên me ji aliyê PDK’ê ve hatine şehîdxistin. ”

HPG’ê di heman daxuyaniyê de xwestibû ku hemû gelê Kurdistanê divê ji Barzanî û rêvebiriya PDK’ê bipirsin:

Çima hûn bi israr şerê di navbera Kurdan de ferz dikin?

Der barê êrişê de rayedarên PDK’ê jî li ser malpera xwe daxuyaniyek belav kir û îdia kir ku bûyereke bi vî awayî neqewimiye.

Lê di heman daxuyaniyê de her wiha bi pirsa; xelkê Kurdistanê dipirse û pêwîst e PKKê bersivê bide, ku PKK li devera Xelîfan çi dike, çi karê wan li wir heye û çi pêwendiya wan bi wê deverê re heye! li êrişa xwe jî mikur hat.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv