BÊBEXTIYA ÇEKDARÊN PDK’Ê LI DIJÎ GERÎLA
GELÊ KURD LI DIJÎ ÊRIŞÊN PDK’Ê YÊN LI DIJÎ KOMA GERILA BI HÊRS E
Tevî van gotinan, banga partî û saziyên çar beşên Kurdistan û Ewrupayê jî, çekdarên PDK’ê disa êrişî komeke gerila kirin.
Ji bo razîkirina dewleta Tirk hêzên PDK’ê herî dawî li herêma Xelîfanê êriş pêk anîn.
Di encama êrişên bêbextane de 7 gerila şehîd bûn.
Piştî vê êrişê, gelê Kurd li çar beşên Kurdsitan û Ewrupayê bi hêrs in.
Bi taybet jî xelkê Başûrê Kurdistanê.
Şêniyên Wargeha Mexmûrê li dijî êrişên dewleta Tirk û PDK’ê, meçeke girseyî lidar xistin.
Meş li ber Saziya Malbatên Şehîdan destpê kir û heta avahiya Neteweyên Yekbûyî dewam kir.
Piştî meşê li ser navê girseyê Hevseroka Meclîsa Gel a wargehê Pakistan Bîlen axivî.
Pakistan Bîlen, şehîdên Xelîfanê bibîr anî û got;
Em van kiryarên bê exlaqane yên PDK’ê bi tûndî şermezar dikin.
Pêwîste êdî gelê Başûr rastiya PDK’ê bibîne û li dijî îxanetê serî hilde.
BÊBEXTIYA ÇEKDARÊN PDK’Ê Û ÊRIŞÊN WÊ
XELKÊ SILÊMANIYÊ ÊRIŞÊN PDK ŞERMEZAR KIRIN
Li Silêmaniyê jî partî û saziyên Sivîl, li dijî xiyaneta PDK’ê û dagirkeriya dewleta Tirk çalakiyek lidar xistin.
Çalakiya ku li ber Baxê Giştî pêk hat, ji aliyê Tevgera Azadî ve hate organîzekirin.
Bi dehan endam û rêveberên parî û saziyan tevlî çalakiyê bûn.
Daxuyaniya Tevgera Azadî ji aliyê Wehab Mihemed ve hate xwendin.
Li ser navê Koma Asoya Nû jî Luqman Hesen axivî û got: Divê PDK bizanibe xwîna zarokên Kurdan ne erzan e.