NAVENDA RAGIHANDIN Û ÇAPEMENIYA HPG’Ê:
DI ÇARÇOVA CENGA XABÛRÊ DE LI METÎNAYÊ 5 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê der barê şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî agahî dan.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku şerê li herêmê bi dijwarî dewam dike.
Gerîlayên azadiya Kurdistanê bi taktîkên afrîner li dijî dagirkeriya tirk çalakiyên xwe didomînin.
Li gorî daxuyaniya HPG’ê;
20’ê Gulanê saet 15:30’î dagirekerên li Qereqola Kuroşîno ya li ser sînor ber bi Boxaza Orê ya li herêma Metîna ketin tevgerê.
Dagirkerên ketin tevgerê destpêkê hatin kontrolkirin, piştre jî bi rêbaza sabotajê 2 caran hatin hedefkirin û çalakî serketî pêk hatine.
Di van çalakiyan de 5 dagirker hatin cezakirin.
Artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe yên balafirên şer û helîkopteran ên li ser qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê didomînin.
Di vê çarçoveyê de;
19’ê Gulanê saet 12:30’î balafirên şer bombe li devera Werxelê ya Herêma Zapê barandin.
20’ê Gulanê saet 21:30-22:30’î bi helîkopterên Skorskyî leşker danîne Girê Şehîd Serxwebûn ê li Herêma Zapê.
Heman demê hekîkopteran bombe li Cîloyê Biçûk û Tîpa T jî barandin.
Ji ber bombebaranan li herêmê şewat derket û hê jî dewam dike.
Di van bomberdûmanan de ti ziyan negihiştiye hêzên me.