Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Piştî çalakiyê Navenda Jet a Bingehîn ji firînê re hate girtin!

Pîsta balafirên şer a 8’emîn Navenda Jet a Bingehîn a Tirk ku di çalakiyê de zirar gihiştê û şûnde wê ji bo mehekê girtî be.

Dengvedana çalakiya 19’ê Gulanê ya saet 00:30’î ya li dijî 8’emîn Navenda Jet a Bingehîn a 2’emîn Fermandariya Hêza Hewayî ya Taktîkê ya Tirk ya li navçeya Rezan a Amedê dewam dike. Piştî çalakiya li ser pîstê hate kirin û şûnde berovajî daxuyaniyên rayedarên Tirk a ‘ziyan negihiştiye navenda hewayî’ hate ragihandin ku li ser pîsta balafirên şer radibin û dadikevin çalek mezin pêk hatiye.

Midûryeta Giştî ya Amed a Karên Qadên Hewayî ya Dewletê, 1’ê Gulanê daxuyaniyek dabû û bû ev gotibû: “Li xeta navenda pîsta bingehîn a Balafirgeha Amedê,  beşên dikevin navbera bi qasî 15 metre fire, 100 metre heta Hezar û 600 metreyan ji ber xirabûna pêk hatî, divê lezgîn bê çêkirin. Ji 20’ê Gulana 2021’ê û şûn ve heta mihekê wê cihên xirab ên balafirgehê bên rastkirin. Ji ber vê wê tevgera firînê ji bo balafiran girtî be.”

BALAFIRGEHA LEŞKERÎ HATE GIRTIN

Di daxuyaniya 1’ê Gulanê de hatî dayîn, li ser balafirgeha leşkerî ti agahî nehate parvekirin, îro Walîtiay Amedê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku xebatên çêkiriê 8’emîn Fermandariya Jet a Bingehîn a balafirên şer jî digire nava xwe.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Pîsta bingehîn a Balafirgeha 8’emîn a Fermandariya Bilind a Jet a Bingehîn a Amedê ji ber firînên leşkerî û sivîl ji ber xirabûnên derketin ji 24’ê Gulanê û şûnde hatiye were girtin. Ev mijar bi Wezareta Gihandin û Wezareta Parastina Mîllî  bi koordîneyî hatiye pêkanîn. Tê hedefkirin ku ev yek wê 30 rojan biqede. Di vê pêvajoyê de ji bo ti mexdûryet pêk neyên wê firînên sivîlan ji Balafirgehên mîna Êlih û Mêrdînê pêk bên. Personelên me yên li 8’emîn Fermandariya Bilind a Jet a Bingehîn ji bo ji erkên xwe nemînin paş, ji 20’ê Gulana 2021’ê û şûnde wê li cihên cuda bikevin tevgerê û erkê xwe pêk bînin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv