Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG: ’13 dagirker hatin cezakirin û helîkoptereke derb xwar’

 

ARTÊŞA TIRK JI YJA-STAR’Ê DERBEKE GIRAN XWAR
HPG: 13 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN Û HELÎKOPTEREKÊ DERB XWAR

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê encama çalakiyên gerîla, êrişên dawî yên dagirkeriya Tirk eşkere kirin.

HPG radigihîne, ku gerîlayên azadiya Kurdistanê li ser xeta serfiraziyê di şert û mercên herî zehmet de bi vîneke mezin şer dikin.

Li gorî daxuyaniya HPG’ê gerîlayên YJA-Starê yên bi tevger, Zap û Avaşînê derbeke giran li artêşa Tirk dane.

Daxuyanî wiha ye:

Li Avaşînê…

26’ê Nîsanê hêzên YJA-Starê dagirkerên li dora Qada Berxwedanê ya Werxelê kirin hedef.

Di vê çalakiyê de 8 dagirker hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Artêşa Tirk piştî bombardimaneke dijwar kuştî û birîndarên xwe bi helîkopteran ji qadê birin.

27’ê Nîsanê li heman qadê hêzên YJA-Starê eskerên Tirk ên li dora çeperên şer ên gerîla kirin hedef.

Gerîlayên jin ji du milan ve pir bi lez li dagirkeran dan.

Di çalakiyê de 4 eskerên Tirk hatin kuştin.

Hêzên YJA-Starê çeperek rûxandin û cîhazekî guhdarkirinê yê bi sensor îmha kirin.

27’ê Nîsanê li Qada Berxwedanê ya Werxelê eskerên Tirk bûn hedefa çekên giran ên gerîla.

Heman rojê û li heman qadê gerîlayan derb li helîkopterekê dan, ku dixwest eskeran deyne qadê.

Piştî gulebarana gerîla, helîkopter bêyî ku eskeran deyne ji qadê dûrket.

Li Zapê…

26 û 27’ê Nîsanê li Qada Berxwedanê ya Kurojaro gerîlayan bi çekên giran dest li helîkopterên êrişê werdan.

Li dora çeperên şer ên li qada Kevirêkun jî çalakiyeke sekvanî hat lidarxistin.

Her wiha li dora çeperên şer ên li qada Şehîd Harûn jî çalakiyeke gerîla pêk hat.

Helîkopterên xwestin eskeran deynin ser Girê Rûbar û êrişî Qada Berxwedanê ya Werxelê bikin jî bûn hedefa gerîla.

Di çalakiyan de eskerekî Tirk hat kuştin û 2 esker jî birîndar bûn.

ÊRIŞÊN DAGIRKERIYA TIRK LI DIJÎ BAŞÛR
HPG: ARTÊŞA TIRK BI BALAFIR, HELÎKOPTER Û JI QEREQOLAN 52 CAR QADÊN GERÎLA BOMBE KIRIN

27’ê Nîsanê li Girên Şehîd Axîn û Şehîd Şahan jî hêzên YJA-Starê du çalakiyên hemwext kirin.

Gerîlayan bi awayekî serketî li hedefan dan.

Li ser gelek qadên Garê, Zapê û Metîna jî bi balafirên şer, helîkopterên êrişê û ji qereqolên li ser sînor 52 caran bomberdiman pêk hat.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv