AMED MALAZGIRT:
NATO’YÊ ÇEKÊN QEDEXEKIRÎ DAN DEWLETA TIRK
Ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Amed Malazgirt têkildarî şerê li Zapê û Avaşînê ji Radyoya Dengê Welat re axivî.
Amed Malazgirt destnîşan dike, ku dewleta Tirk par xwest pêşî Zap û Avaşînê dagir bike. Fermandarê HPG’ê diyar dike, ku gerîla bi berxwedanê destûra vê yekê neda.
Amed Malazgîrt dibêje, dewleta Tirk ji ber vê yekê ketiye pey êrişeke nû û ji bo serketinên sexte biafirîne destek ji NATO û dewletên Ewrûpayê wergirtiye.
Amed Malazgirt li ser êrişa li dijî Zap û Avaşînê jî radiweste û dibêje, di 8 rojên şer de 218 eskerên Tirk hatine kuştin û 30 jî birîndar bûne.
AMED MALAZGIRT:
DIVÊ GELÊ ME BIZANE ŞEREKÎ DIJWAR HEYE Û DIJMIN DERBÊN GIRAN XWARINE
Amed Malazgîrt dide zanîn, ku gerîla ji bo ev armanca dagirkeriya Tirk neçe serî, şev û roj di nava şer de ye.
Fermandarê HPG’ê dide zanîn, ku dagirkeriya Tirk li dijî gerîla gelek cûreyên çekên kîmyewî bi kar tîne.
AMED MALAZGIRT:
DIVÊ HER KES JI BO GERÎLA RABE SER PIYAN
Amed Malazgîrt ji bo vê yekê bang li gelê Kurdistanê dike, ku çalakiyên heyî xurttir bike û barê gerîla siviktir bike.
Fermandarê HPG’ê herî dawî jî vê yekê dibêje:
Wê gerîlayên Kurd, zarokên Kurdistanê ti carî li ber dagirkeriya Tirk serê xwe netewînin û heta serketinê şer bikin.