Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hêza noker a navê Roj li xwe kirî ji kê pêk tê û endamên wê mûçeyên xwe ji kî distînin 31.12.2020

 

HÊZA NOKER A NAVÊ “ROJ” LI XWE KIRÎ
JI KÊ PÊK TÊ Û ENDAMÊN WÊ MÛÇEYÊN XWE JI KÊ DISTÎNIN?

PDK li dijî hêzên gerîla hêza noker a navê “Roj” lê hatiye kirin, bi kar tîne.

Bi vê hêzê hewl dide dor li qadên gerîla bigire û bide êrişkirin.

Ji Rojnewsê Botan Germiyanî jî bi pirsa “ev hêza Roj ji kê pêk tê û çiqas pere digire” dosyayek amade kir.

Armanc ji damezrandina vê hêza noker ew bû, ku PDK û dagirkeriya Tirk li dijî YPG û YPJ’ê bidin şer kirin.

Ji ber ku nekarî xwe li Rojavayê Kurdistanê bi cih bike, berê rêxistinbûyîna vê hêzê dan Başûrê Kurdistanê.

Bi qasî 200 endamên wê yên ji ber nokeriya wê ji vê hêzê reviyane û bûne şervanên QSD’ê yek bi yek rastiya vê hêzê vegotibûn û destnîşankiribûn, ku yekser ji aliyê MÎT’a Tirk ve tê birêvebirin.

Jixwe serdanên serokwezîrên berê yên Tirkiyê Ahmet Davutoglu û Bînalî Yildirim ji bo kampên vê hêza noker ketibûn rojevûê.

2012’an bi biryara serokê wê demê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bûdçeya vê hêza noker bi ser bûdçeya hêzên Zêrevanî ve kiribû.

Mehane 15 milyar dînar an go zêdetirî 10 milyon dolar mesrefa vê hêza noker ji aliyê hukûmeta Herêma Kurdistanê ve tê dayîn.

Endamekî vê hêzê ji 500 heta 2 hezar dolarî mûçe werdigre.

Ji ber ku endamên wê ne welatiyên Başûr in, dayîna mûçeyan jî ne li gorî qanûnên Herêma Kurdistanê ye.

Tevî ku Mesûd Barzanî bixwe lêçûyîna vê hêza noker bi ser hêza Zêrevanî ya wezareta pêşmergeyan ve kir, lê wezareta pêşmergeyan vê yekê red dike.

Niha ev hêza noker a ji aliyê MÎTa Tirk û PDK’ê ve tê bikaranîn û pereyên xelkê Başûrê Kurdistanê dixwe, li dora qadên gerîla hatiye bicihkirin.

Dagirkeriya Tirk û PDK hewl didin bi vê hêzê dor li qadên gerîla bigirin û bidin êrişkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv