Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Bêtehmuliya dewleta Alman a li hemberî wêneyê Rêber Apo 31.12.2020

 

BÊTEHEMULIYA DOZGERIYA ALMAN
WÊNEYÊ RÊBER APO LI SER BERGA PIRTÛKÊ HIKÛMETA ALMAN TIRSAND

Dr. Thomas Jeffrey Miley li Zanîngeha Cambrîdge ya Brîtanyayê û Dr. Federic Venturini jî li Zanîngeha Udînê ya Italyayê du dersdar in.

Wan bi hev re pirtûkeke bi ser navê “Azadiya te û ya min; Abdullah Ocalan û li Tirkiyeya Erdogan Pirsgirêka Kurd” amade kir. Pirtûk sala 2018’an hatiye amadekirin.

Di pirtûkê de ku Weşanxaneya Roseyê bi Ingilîzî weşandiye rola Rêberê Gelê Kurd a di çareseriya pirsa Kurd de tê vegotin.

Her wiha di pirtûkê de gelek belge, hevpeyvînên bi siyastemedar, nûçegihan û parêzvanên mafê mirovan re jî hene.

Çend mehên bihurî jî ji bo ku pirtûk bigihije ber destê xwendekarên ereb li bajarê Almanya Bochumê Komeleya Lêkolînên Kurd biryar da ku li erebî wergerîne.

Çapa bi erebî a pirtêkê li paytexta Misrê Qahireyê hat kirin û ji bo almanyayê hat şandin.

Lê gumrika Dusseldorfê bi hinceta wêneyê Rêber Apo li ser berga pirtûkê heye dest danî ser 500 pirtûkan.

Îcar bi ser de jî der barê kesê ku pirtûk li ser navê wî jî hatiye şandin lêpirsîn daye destpêkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv