HEWLDANÊN KRÎMÎNALÎZEKIRINA KURDAN
DI ÇALAKIYA ‘TÊKOŞÎNA LI DIJÎ NÎJADPERESTIYÊ’ DE CÛDAKARIYA LI DIJÎ KURDAN
Li Almanyayê, her sal bi navê “Hefteya Navneteweyî ya Li Dijî Nijadperestiyê” çalakiyên cihêreng tên lidardixistin.
Li bajarê Dresden ku li rojhilatê Almayayê di vê çarçoveyê de bi hevkariya rêxistinên Kurd ve rêza çalakî hatin organizekirin.
Saziyên kurd dixwestin di çalakiyê de cih bidin danasîna pirtûka Helîm Dener ciwanê Kurd ê dema 16 Salî bû di sala 1994’an de li bajarê Hannover ji aliye polîsên Alman ve hat qetilkirin.
Li ser vê yekê, meclîsa şaredariya Dresdenê beriya ku çalakî destpêbike bi rêya e-maîlê name ji rêvebiriyên saziya înîsiyatîfa Aştiya Kurdistanê, Komeleya Dostaniya Alman-Kurd û Konseya Jinan a UTA re şand.
Di nameyê de ji rêvebiriyên saziya re hat ragihandin ku ew ji nav amadekeriyên çalakiyan hatine derxistin.
Li ser vê nêzîkatiya cihêkar û nijadperest hersê rêxistinên Kurd daxuyaniyek hevbeş weşandin.
Di daxuyaniyê de biryara şaredariyê weke bûyerek cûdakariya li dijî Kurdan û hewildanên îzolekirinê saziyên Kurd hat nirxandin û şermezar kirin.