Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCK’ê cejna Çarşema Sor li Êzidiyan û gelê Kurdistanê pîroz kir

 

CEJNA ÇARŞEMA SOR
KCK’Ê CEJIN LI ÊZÎDIYAN Û GELÊ KURDISTANÊ PÎROZ KIR

Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê ji bo cejna Çarşema Sor peyamek weşand.

Di destpêka peyamê de wiha tê gotin:

Em cejna Çarşema Sor a civaka xwe ya Êzîdî pîroz dikin.

Dîsa li tevahiya Kurdên ku vê rojê bi navê Çarşema Serê Nîsanê pêşwazî dikin, pîroz dikin.

Bi wesîleya vê rojê, ji têkoşîna civaka xwe ya Êzîdî ku navenda wê Şengale jî serketinê dixwazin.

CEJNA ÇARŞEMA SOR
KCK: DEWLETA TIRK PDK JÎ GIRTIYE CEM XWE Û ÊRIŞÎ ÊZÎDIYAN DIKE

Di peyamê de hat destnîşankirin, ku Êzîdî çawa di tevahiya dîrokê de hedefa dijminên gelê Kurd bûn, îro jî di hedefa wan dijminan de ne.

Serkêşiya van dijminan, serdestên Tirk in, ku di dîrokê de herî zêde bi awayekî komî Êzîdî kuştin.

Serdestên Tirk ev êrişên xwe li gel xayîn û nokerên Kurd kirin.

Îro jî dewleta Tirk, PDK daye kêleka xwe û êrişî Êzîdiyan dike.

Dixwazin Êzîdiyan bikin qurbanê berjewendiyên xwe.

CEJNA ÇARŞEMA SOR
KCK: YA DIVÊ WERE PÎROZKIRIN, SEKNA CIVAKA ÊZÎDÎ YE

KCK bibîr dixe, ku ev her du alî hewl didin Iraqê jî bixin hevkara vî sûcî.

Tevî êriş û zextan hemûyan, civaka me ya Êzîdî, di nava 6 salan de bû xwedî destketiyên mezin.

Gihaye wê astê ku xwe li hemberî gefan biparêze û li ber xwe bide.

Cejna Çarşema Sor a îsal jî bi berxwedaneke mezintir tê pîrozkirin.

Asta têgihîştin, rêxistinbûyîn û têkoşînê ya Êzidiyan Cejna Îmanê jî bi nirxtir kiriye.

Ya divê were pîrozkirin; jinûve xwe naskirin, afirandin û jiyana xweser e.

Ev bûye yek ji nirxên herî mezin ku divê bê pîrozkirin.

Komîteya Baweriyan û Gelan a KCK’ê, bi vê wesîleyê bang li tevahiya Êzîdiyan kir, ku xweparastinê xurt bikin û ji bo serfiraziyê têkoşînê mezin bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv