Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hevserokên DBP’î yên Wanê ‘ji ber meşê’ ketin ber lêpirsînê 10.01.2021

Dadgeriya Tirk, têkildarî çalakiya ku li Wanê ji bo yekîtiya neteweyî hate lidarxistin dest bi lêpirsînê kir û ji bo îfadeyê bidin bang li Hevserokên DBP’ê yên Wanê Gulderen Varli û Çetîn Ûyar kir.

Di 8’ê Çileyê de ji bo yekîtiya neteweyî li Wanê meşeke girseyî hatibû lidarxistin û tevî Hevserokê KCD’ê Bedran Ozturk, Hevserokên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, parlamenterên HDP’ê bi hezaran kes tevlî bûbûn.

Têkildarî vê meşê ku bi dirûşma “Dem dema yekîtiya neteweyî û azadiyê ye” hate lidarxistin, dadgeriya Tirk dest bi lêpirsînê kir.

Di çarçoveya lêpirsînê de bang li Hevserokên DBP’ê yên Wanê Gulderen Varli û Çetîn Ûyar kir ku îfadeyê bidin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv