Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Di nava 10 rojên dawî de 18 kes li Efrînê û Girê Spî hatin revandin 10.01.2021

Navenda Belgekirina Mafên Mirovan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rapora xwe ya li ser binpêkirina mafên mirovan, ku di navbera 1-10’ê Çileyê de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin kirin, eşkere kir.

Li gorî raporê, li Efrîn û Girê Spî 3 jê jin, 4 jê zarok bi giştî 18 kes ji aliyê dagirkeran ve hatin revandin.

Agahiyên berfireh ên raporê wiha ne:

“1’ê Çileyê li navçeya Şêrawa ya Efrînê kesek, 2’ê Çileyê li navçeya Raco kesek, 3’ê Çileyê li navçeya Cindirêsê 4 kesên ji heman malbatê, li taxa Mehmûdiye ya Efrînê jî 4 kes ji heman malbatê, 7’ê Çileyê li Cindirêsê kesekî 41 salî û 8’ê Çileyê li Cindirêsê sivîlek hatin revandin.

– Li Girê Spî jî 6’ê Çileyê 2 jê jin 6 kes hatin revandin.

22’Ê KANÛNÊ ROJEKÊ 150 KES HATIN REVANDIN

Mehên dawî bi sedan kes li herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine, hatin revandin. Aqûbeta gelek ji wan nayê zanîn. Revandina mirovan a ji bo fîdye, gefxwarinê, êşkence û talanê, rojane rû dide.

22’ê Kanûnê li navçeya Mabata ya Efrînê, çeteyên dewleta Tirk Cephe Şamiye avêtin ser malan û herî kêm 150 sivîl revandin.

6’ê Kanûnê li gundê Zidî yê navçeya Silûkê ya Girê Spî 7 kesên ji heman eşîrê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin revandin.

15’ê Kanûnê li gundê El Elî Baciliye yê Girê Spî bav û kurek ji aliyê çeteyên Tirk ve hatin revandin.

10’ê Kanûnê li gundê Biyê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê herî kêm 15 sivîl hatin revandin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv